Li gor zanyariyên pêgeha “Darka Mazî” ku ji çavkaniyên xwe yên taybet li Başûrê Kurdistanê bi dest xistine, PKK ê xwastiye hinek zarokan ji kampa Domîz a Başûrê Kurdistanê birevîne, lê belê ev pîlana wan îfşa bûye.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, duh roja duşemî 20/7/2020an, PKK ê bi rêka yek ji qadroyên xwe di nava Kampa Domîz de xwastiye 4 zaroyên keç birevînin û derbasî Rojava Kurdistanê bikin, lê belê piştî derçûna van zarokan ji malên wan û haydarbûna yek ji malbatên van zarokan bi vê pîlana PKK ê, ev pîlan îfşa bûye.
Çavkaniyên “Darka Mazî” eşkere kirin, paş malbata “Evîn Yasir Hemo” ku yek ji wan zarokên keç bûye, hest bi diyar nema keça xwe ya zarok kirî, li pey wê geriyane û ew li pêş nanpêjîya kampa “Domîz 1” digel 3 zaroyên din ên keç dîtîne ku çanta di destên wan de bûn û dixwest ji Kamp ê derkevin, piştî dayika Evînê ew haydar kirî vegerin mal ger na wê polîsên Kamp ê haydar bike, ew zarok vegerîne malên xwe.
Tê nû kirin…