Balefirên dewleta Tirkiyê, êvara îro careke din êrîşa Başûrê Kurdistanê kir û deverên “Berê Gare û Zêbarê” hedef kirin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, êvara îro roja sêşemî 21/7/2020an, balefirên dewleta Tirkiyê di teqîba hereketên PKK ê de, êrîşî navçeyên başûrê wilat kir û hinek deverên pir girîng xistin ber moşekan.
Herweha dest nîşan kir, balefiran li saet 3:50 êvarê moşekek li nuqteyên PKK ê ên li serê çiyayê ku dikeve hindavî gundê “Şêrane” ê girêdayî navçeya Sersink li devera berê Gare dane.
Piştre li saet 4:00 êvarê balefiran moşekek li nuqteyên PKK ê li devera bi navê “Deşta Kafiya” a li sînorê bajarê Akrê li devera Zêbarê dane.
Her çend ku zirarên PKK ê heya niha eşkere nebûne, lê belê li gor dîmenên êrîşan domaneke pir li ciyê ketina moşeka bilind bûye.