Di mesela Daliya Mehmûd Muslim de, exlaq û bê exlaqîya ragihandina PKKê

Di mesela Daliya Mehmûd Muslim de, exlaq û bê exlaqîya ragihandina PKKê

Li ser nûçeyên ajansên ragihandina Tirkiyê ku bas li Daliya Mehmûd Muslim  ku xwe li Mêrsînê radestî hêzên ewlekarî kiriye û ev du roje di nava sosyal medyayê de bûye rojev, gelo kê Daliya teslîm kir?

Ragihandina bi ser PKKê û yên nêzî wê îdîa dikirin ku PDK ê Daliya Muslim radestî Tirkiyê kiriye, di vê îdîaya xwe de ewqas pêşde çûn ku kanalê PKKê yê telefizyonî ku ji bo Rojhilatê Kurdistanê weşanê dike “Arya TV” nûçeyek bi navê Salih Muslim ku her weke beşdarî bernama telefizyonê bûye û gotîye” xarzîya min giran birîndar bû, ji bo wergirtina çareseriyên pizîşkî çû bû Hewlêrê lê PDK ê ew teslîm kir, lê belê li ser vê nûçeyê ne dengê Salih Muslim ne jî rengê wî hebû”. Nivîskareke navdar “Amberîn Zeman” li ser hesaba xwe ya twitterê got min digel Salih Muslim bi telefonê axivîye, Muslim gotîye ev axaftin ne ya mine. Gelo rêxistinek li ser navê rêveberekî xwe nûçeyekî direw çêbike ew dezgehê ragihandinê wê çend cihê baweriyê be û xwedî exlaqê ragihandinî be?!

GELO PKK E DIXWAZE LI SER OPERASYONA HEFTENÎNÊ Û TECAWIZA PARLAMENTERÊ HDP Ê TUMA ÇELÎK DE BIGIRE?!

Nivîskarên PKKê yên por sipî yên ku xwe didanin rêza mezinan bi tu awa ev qas bi bêşermî vê bûyerê bas dikin û bi şêwazekî diramatîk dixwazin bi hestên gelê Kurd bileyizin, digotin Daliya Mehmûd Muslim  bi giranî birîndar bûye û ji bo wergirtina çareseriyên pizîşkî çûye Hewlêrê, lê PDK ê ew teslîmî MÎT û dewleta Tirkiyê kiriye, em vê pirsê ji ragihandina PKKê dikîn, dema ku hevalbendên we yên stratejîk YNK ê, Mistefa Selîmî, teslîmî Îranê kirîn û ew endamên DAIŞ’ê yên ku hêjan nehatibûn dadgeh kirin bêy biryara Hikûmeta Herêma Kurdistanê radestî parêzgerê Kerkûkê kirîn û heman dem bajarê Kerkûkê yê mezin û qedîm dema teslîmî heşda şebî kirî çi deng û gotin ji wan derneket ji bo vê mesela ku serî heya binî direw, xwe kirin şêrên maf parastinê.

PKK E DI MIJARA EXLAQÊ PIROPAGINDAYÊ DE BÛYE AKP 

Li ser fayila PKK ê di nava lîsta Interpol ê de yên navên wan heyî û Tirkiyê diyarî li ser serê wan nîşan dayî bi dehan wilatparêzên Kurd li Hewlêrê dest û milên xwe dihejînin û digerin, PDK ê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê tu kes ji vane radestî dewleta Tirkiyê nekirine, destpêkê jî Rêveberiya PKKê û Rêveberiya Rojava û bi taybetî jî Salih Muslim  dizane ku Hikûmeta Herêmê heya niha tu kes radestî dewleta Tirkiyê nekirîne, yê ku diplomatê Tirk kuştî bi navê Mezlûm Dax û hevalên wî li ser hemû daxwaz û zexta dewleta Tirk teslîmî Tirka nekirî çewa dibe PDK keçek biçûk a 21 salî radestî dewleta Tirk bike? Ev kêşe bi exlaqê ragihandina PKKê ve girêdayî ye, em dikarîn ji bo wan dezgehên ragihandinê bibêjîn  li gel wan li cîyê exlaqî bê exlaqî heye.

PKKe di mijara exlaqê piropagindeyê de bûye AKP e, xeta ragihandina PKKê û AKP ê nefsî yekin, mijarên pisporiya PKKê û AKP ê di warê ragihandinê de li ser rojev û nûçeyên direw dirust bûye, pêwîstî ew bû ku van rojane em li ser mijara Heftenînê bisekinîban, bêy ku berxwedaneke micit were encamdan Heftenîn bi hemû gir û lotke û newal û zinarên xwe ve çewa hate radest kirin bi Tirkiyê, mijara nîqaşa Kurdan pêwîste ev bît, lê mixabin li ser direwekî ev sê roje nîqaş dihête kirin.

Rojên derbas bûyî li ser parlementerê Kurd Tuma Çelîk ku tecawizî jinekê kirbû ev sê sale li ser vê mijarê dihate girtin, nûçeyek wiha belav bû, tirolerên PKKê yên sosyal medyayê dîsan xwestin li ser vê nûçeyê de bigirin, li ser çîroka ‘eşqa du ciwanan dixwazin berjewendiyekî hîzbî bixulqînin û rengekî siyasî bidenê û bazarek siyasî biken.

HEWLÊR BENDEREK “LÎMANEK” PIRR EWLEHE JI BO HEMÛ KURDAN

Bi hezaran kesên ji PKKê veqetyayî di bin ewlehiya Herêma Kurdistanê de dijîn, herçend li dûv qanûnên Hikûmeta Îraqê ji bo van veqetiyayên PKKê nasname neyê dayîn jî lê mafê rûniştinê ji bo hemû kesê tê dayîn û li dûv yasayên qanonî ji hemû tiştan mafdarin, di dema 20 salan de nêzî 10 hezar veqetiyayên PKKê li Başûrê Kurdistanê nîştecî bûne, dîsa ji ber sedemên siyasî bi hezaran kes ji Bakurê Kurdistanê hatîne Başûrê Kurdistanê, heman dem li rojava û Rojhilat jî bi hezaran însanê Kurd di bin ewlehiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bicî bûne, heya niha tu kes ji vane nehatiye radest kirin, heya berî çend heyvan jî radest kirina Mistefa Selîmî ji bal YNK ê ve ji bo dewleta Îranê, çi bûyerên bi vî rengî nehatibûn jiyan kirin, dikarîn bêjîn ev bûyerekî monferîd bû.

Rexmê ku yên li Hewlêr û Duhokê, dijî PDK ê propaganda û xebatên siyasî dimeşînin û ji boy PKK ê milîsatiyê dikin ji ber doza KCK ê li Başûrê Kurdistanê cî bûne, lê belê bi hezaran kes li herêmên di bin desthilata Hikûmeta Herêma Kurdistanê de hene ku ji bo xwe karê ticarî dimeşînin, bi şiklekî aram û bi rihetî ji bo xwe kargeh û şirketan çêdikin û eyş û halê wan jî pirr başe, tu kes ji van radestî dujminî nehatîye kirin.

Ew kesên ku rêveberiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser vî babetî tawanbar dikin çima dema ku li Tirkiyê direvin naçin Rojava Kurdistanê û dihên Başûrê Kurdistanê bicî dibin? Ger bi qasî zireka misqalê jî Qadro, alîgir û milîsên PKKê zanîbaye ku PDK e wê wan teslîmî dujminî bike, ma wan dikarî li Hewlêr û Duhokê bicî bibin?! Heya mirov dikare bibêje alîgirên PKKê ji nîyeta pakij ya PDK ê jî îstîfade dibînin, xebatên ku îstîqrara Herêma Kurdistanê têk didin, didin meşandin, dîsa jiberku xwe radestî wîjdana Hikûmeta Herêma Kurdistanê kirine bi aramî û ewlehî û di nava dewlemendyê de djîn, lê belê em li jyana wan herêmên di bin destihlatdarya PKKê bnêrîn, ew kesên ku silogana “Bijît Serok Apo” negotî, yên dihên dadgeh kirin û dihên dîport kirin, Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew kesên dixwazin ku wê jinav biben jî dide jiyandin, ev nêzîkbûnên nîyetek pak û Kurdewar pêwîste zêde nehên soîstîfadekirin, gorî min wext hatiye ku mirov li Herêma Kurdistanê kesên ku dixwazin karê têkdanê bikin ji kesên din cuda bike.

GELO KESÊN JI HERÊMA KURDISTANÊ ÇÛYE TIRKIYÊ HENE?

Ew kesên mirina xwe dayî pêş çav û wisa ji PKKê veqetiyay li Herêma Kurdistanê gorey rênimayên qanûnî tevlî jiyanek sivîl dibin, ji bo kesên dixwazin derbasî Tirkiyê bibin jî, pirosedorekî yasayî heye, ger veqetyayekî PKKê bixwaze biçe Tirkiyê heger bin 18 saliyê de be, rizaya malbatî dihêt wergirtin û heger ser 18 saliyê da be jî belgeyek fermî ku berpirsyariyê dide ser milê xwe hem bi vîdyo hem jî bi nivîskî dihêt tomar kirin û hemû berpirsyariyê digire ser milên xwe, derbaskirina van kesan ji bo Tirkiyê ji dibin çavdêriya UN ê pêk tê, anku kes bi zorê û bê dilî xwe nayê rêkirin û her kes piştî encamdana hemû rêkarên qanûnî tê rêkirin.

PKK JI HEMÛ TIŞTÎ AMÛRÊN PIROPAGINDEYÊ DIXULQÎNE

Ya rast ewe ku PKKe ew kesên ku tevlî wê bûy weke mulkê xwe dibîne, nêzîkbûnekî berjewendî perest li ser qadroyê xwe ferz dike, mînak weke pezekê ku ji goştê wê, şîrê wê, hirîya wê fayde bike dema di jiyanê de bin ji ked û curet û fîzîka wan mifa werdigire, hemû tiştê wan dimêje, dima jiyana xwe ji dest da jî dest bi propaganda şehîd bûnê dike, cewekî hestiyarî li ser malbatê û ‘eşîra wî kesî çêdike û bi xwe ve girê dide, dema ku ji rêxistinê vediqete jî dibêje ev mirovek ketiye û xaîne û pêwîste were recimkirin, yanî dema dijît dema dimirît û dema direvît jî mifayê jê werdigire, di mesela Daliya Mehmûd de jî dixwastin Hikûmeta Herêma Kurdistanê reş biken, li cîhê ku gotiba ev kesekî ketiye û digel zelamekê revîye hatin û got Hikûmeta Herêmê ew teslîmî Tirkiyê kiriye daku sûdekî ji vê axaftinê bibînin.

Bingehê piropaginda û siyaseta PKKê eve ye: heriyê pavêje ger bikeve jî şûna wê dê her bimîne, saziyên bi ser medyaya PKKê ve bi rojane dehan nûçeyên drew belav dikin, mînak 16 Nîsana sala 2020an dirona metrekê ji ‘erdê bilind li ser gundiyekê ku gîya kom dikir hate firandin û gotin pêşmerge zextê li ser millet dike û ji wî kesî gundî xwastiye xwe tazî biket ev propaganda dihat belav kirin ji wî kesî du metran pêda tir jî ew kesê ku ev vîdyoye dikêşa hatbû wênekirin, mirov dikare ji bo vê nûçeya direw leyistikvanên zarok dikarîn sînaryoyeke baştir çêkin, ev direwa hinde vekirî jî weke tawana Hikûmeta Herêma Kurdistanê dihat nîşandan û bi dehan nûçeyên drew li ser navê kesên ku naxwazin navê xwe diyar biken û hêzên herêmî hatin dirust kirin, ev direwane hemû jî di demekî kurt de keşf bûn, ev nûçeyên PKKê yên direw bi tenê zirarê nadin PDK ê, belku zirarê dide sosyolociya hemû Kurdan, em dikarin bibêjîn xelatê nûçeyên direw hertim li destê qelem şorên PKKê de ye, herçend sazî yên çapemeniya PKKê bi drew û berevajî kirinê bixwaze bûyera Daliya Mehmûd Muslim bike destkefteke siyasî jî ji bo xwe lê rastiya vê bûyerê ji bo herdu ciwanan evînek bi xem û kul û kovane.

Ger PKK e dixwaze bûyerên teslîm bûna bi Tirkiyê bike mijar bila wan qadroyên xwe yên bi pere diçin teslîmî dewleta Tirk dibin bikin mijar û nûçe, bi dehan endamên fermanda leşkirî û yên darayî bi 100 hezaran dolar li ser xwe birin û li Rojava teslîmî dewleta Tirk bûn lê belê me nedît PKK ê tu mijar û nûçeyek liser wan kesan d medyaya xwe de çêkirî, bila PKKyî behsa Berdevkê QSD ê Telal Silo ku sala 2017an revî û teslîmî dewleta Tirk bûy bikin, ger PKK e dixwaze dewleta Tirk û peywendiyên îstixbaratî îfşa bike bila ji rêveberên xwe dest pê bike, bila pêwendiyên Serokê xwe ê bi nav Ebdulla Ocalan digel MÎT ê hey bas bikin, bê du dilî di her delîveyekê de pêwîste em vê bêjîn: di nava bizavên Kurdî de, kes û alî w bizavên pêş her kes û  alî w bizavekî de digel dewleta Tirk û di gel hemû dezgehên îstixbaratî yên dagîrkaran peywendî heyî bizava PKKê bi xwe ye, Daliya Mehmûd Muslim careke din ev rastiya PKKê anî bîra me.

Pustên heman beş