BAŞÛR NE BÊDENGE, BÎRDANEKA SEBRÎ OK WEK YA MASÎ LÊ HATÎYE
Sebrî Ok endamê Konseye Birêvebira Koma Civakên Kurdistanê KCK ê, daxuyanî ji bo kenalê “Stêrk” da û got: “PDK ê tu daxuyanî li derbara êrîşên Tirkiyê nedane, ev ji bo me ciyê gomanê ye”.
Dijatî kirina PKK ê ji bo Başûrê Kurdistanê bi taybet Hikûmet, Parlemen û hêzên siyasî ên başûr dewam dikin, di dawî tumet û dijatî kirin de, PKK ê li ser zarê endamekê xwe ê rêvebir careke din hewlên berevajî kirina rastiyan dan û xwast gomanê bixe ser helwestên Hikûmeta Başûr û PDK ê li derbara êrîşên Tirkiyê û dibêje ku wan tu helwest li derbara vê dagirkeriyê nîşan nedane, ev jî ji boy me ciyê gomanê ye.
Sebrî Ok, endamê Konseya birêvebir a PKK ê, duh roja sêşemî 21/7/2020an beşdarî bernameyeke “Stêrk tv ” a PKK ê bi navê rojeva wilat bû û têde hinek şîrove û agahî dan.
Sebrî Ok weke çewa hertim PKK e êrîşê başûrê kurdistanê dike, axiftina xwe bi êrîşa ser PDK ê dest pê kir û got: “li derbara dawî êrîşên dewleta Tirkiyê, PDK ê tu daxuyanî nedane, ev ji boy me ciyê gomanê ye”.
Ev cara duyemîne di dema hefteyekê de bi awayek fermî û ji zardevê du ji mezintirîn rayedarên PKK ê dijatî kirina PKK ê û rayedarên wê ji bo başûrê welat diyar dibe, pêş niha Duran Kalkan jî ji bo medyaya PKK ê daxuyanî dabû û têde bi eşkere êrîşî herêma kurdistanê kirbû û ragihandibû “Herêma Kurdistanê li sala 1992an ji bo dijatî kirina PKK ê hatye damezrandin”, bi tenê ev axaftina Kalkan bese ku mirov bizane nerîna PKK ê bi giştî li ser Hikûmet û Perelman û statoya Başûrê wilat çiye, Kalkan ji bîr kiribû ku dema li Başûr Şoriş û xebat ji bo azadiyê dihatin kirin tu xeberek ne li wî û ne li rêber û ne li parta wî nebû, Kalkan ji bîr kiriye ev dema sed salane li pey hev başûrê kurdistanê di şoreş û berxwedanê de ye heya karî statoya Başûrê Kurdistanê ava bke, û bi hemû rû qayîmî ew tê û dibêje başûr ji bo dijatî kirina PKK ê hatye avakirin! Gelo dibe însan çi qas rû qayîm be heya bikare axaftinek bi vî awa dor ji kurdatî û lojîkê bibêje?
GELO MA QEY PIR DEM LI SER 20Î MEHA RABÛRÎ DERBAS BÛYE KU LI BÎRA MIROV NEMÎNE?
Lê belê ya rast, ev axaftina Sebrî Ok pir ji rastî û heqîqetê dûre, ji ber ku partîya demokrat a kurdistanê paş dest pê kirina êrîşa Tirkiyê her rast daxuyaniyeke fermî parve kir û têde ev êrîş pirotesto kirbû.
PDK ê di daxweyanîya xwe da ku li 20 meha rabûrî parve kir bû dibêje:
“em pir ji alozî û operasyonên leşkirî, topbaran û bordomanên Tirkiyê û Îranê li ser xaka Başûrê Kurdistanê dil giranîn ku bûne sedema tirsê li cem gelê başûr û ne aramiya navçeyên sînorî, ev ne mijarek taze ye, belku pir caran dubare dibe”.
PDK ê di daxweyanîya xwe da ragihandibû: “niha PKK ê nêzî 500 gundên başûr xistine jêr kontirola xwe û me xwe li ser vê meselê bêdeng kirîye, lê belê eger ev rewş wiha dewam bike, êrîş wê zirarên mezintir bi herêma başûr bigihîne û herêm wê bikeve xetereyê”.
PDK ê di daxweyanîya xwe da careke din helwesta xwe a negor tekez dike û dibêje: “pêwîste PKK e û aliyên din qada şer û çalakiyên xwe bibin ciyê wê ê dirust û zêdetir nebin sedema malwêraniya gelê başûr”.
Bi rojekê bera daxuyaniya PDK ê, seroktîya parlemena Kurdistanê û Hikûmeta Başûr daxuyanî li derbara êrîşan weşandin û têde bi zelalî ev êrîş pirotesto kirin û xwestin ku PKK e meydana cenga xwe veguhêze Bakurê Kurdistanê û ji Tirkiyê xwest bû rêzê li serweriya Kurdistanê bigire.
BÎRDANKA MASÎ
Lê belê PKK e dixwaze başûrê kurdistanê, rêveberî û partîyên wê wiha bide nîşan dan ku ew li ser êrîşa Tirkiyê bêdeng mane, yan ev daxuyaniyên başûr li ber çavê PKK ê neketine, yan jî Sebrî Ok kal bûye û bîrdanka wî weke Masî lê hatiye, û weke Masî zû bi zû bûyeran ji bîr dike, bi gotneke din, gelo ma qey pir dem li ser 20 meha rabûrî derbas bûye ku li bîra Sebrî nemîne?.
Ya rast Sebrî û rêveberiya Qendîlê xala herî girîng ji bîr kirine, wan ji bîr kirine ku ev nêzî 30 salane Başûrê Kurdistanê ji qonaxa gerîlatiyê derbas bûye, niha herêm xwedî Hikûmet, parlemen û saziyên fermî ne, PDK e jî hêza here serekeye di wan saziya de, wate her tişta ku ev sazî dibêje temsîla nerîn û helwesta PDK ê dike.
Tişta ‘ecêb ku di bernameya “Stêrk tv” de pirsên medyakarê PKK ê bi navê Mihemed Emîn, tenê pirsan dike û ji bo wexteka dirêj guhdariya Sebrî Ok dike, bê ku tu danustendinek li nêvbera wan de çêbibe, her tişta ku Sebrî Ok dibêje medya kar di pejrîne, lê ya rast medyakar bi xwe jî agahî li ser karê xwe ê rojnamevanî nînin û wî ji bîr kiriye ku ew dikare bi lêgerînek kurt liser înternêtê û du kilîkan tev gotinên Sebrî Ok bi direwînît, jiberku ev daxuyaniyên PDK ê, Hikûmet û Parlemenê Başûr di pêgehên wan ên fermî de û di tev kenalên başûr û Îraqî jî de hatbûn weşandin.