Wezareta Navxwe ragihandineke din derbarê dose ya Daliya Muslim belav kir
Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê hûrgilyên hatina Daliya Muslim bo Herêma Kurdistanê û bi qaçax çûna wê bo Tirkiyê û gehiştina wê bi malbata Selamî Remezan Mehemed (Selamî Yelmaz) belav dike:
Deqa ragehandina Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê:
Piştî dûvçûna dezgehên ewlehîyê li ser çawaniya çûna Daliya Mehmûd Muslim bo Tirkiyê, em şîyayîn bi rêya kefîlê wê li Herêma Kurdistanê, bi navê Beyar Ehmed Seîd ku bazirganekê rûniştvanê Duhokê ye, zanyarîyên zêdetir bi dest xwe bixin.
Beyar Ehmed Seîd, rûniştavanê bajarê Duhokê ye û karê bazirganiyê dike di navbera Herêma Kurdistanê û Tirkiyê de, çawaniya vegeriyana Selamî Yelmaz û dûv re jê, çûna Daliya Mehmûd Muslim bi Tirkiyê behs dike.
Beyarî, nîzkahî û peywendî li gel malbata Selamî Yelmaz hebûye, di dema hatina Daliya Muslim bo Herêma Kurdistan, Beyar li ser daxwaza malbata Selamî Yelmaz dibe kefîlê wê û li gel Selamî Yelmaz di mala xwe de, wan dihewîne.
Piştî vegerana Selamî Yelmaz bo Tirkiyê, Dalya li mala Beyar dimîne û dûv re jî li ser daxwaza malbata Selamî Yelmaz bi rê ya qaçax wê dişîne Tirkiyê. Beyar, Dalya yê dide dest wî qaçaxçîyê malbata Selamî bo wî destnîşan kirîye û li gel wî rêkkevtine.
Piştî gehiştina Dalya bi malbata Selamî Yelmaz, wek di wêneyan de xuya dibin, peyendîya Beyar Ii gel wan berdewam dibe û malbata Selamî bi Beyar re ragehandine ku Selamî û Dalya bi selametî bi hev re gehiştine û wan xwe radestê polîsên Mêrsînê kirine û dixwazin piştî xwenasandinê bi polîsan, jîyana hevserîyê pêkbihînin û bi hev re bijîn.
Wek di wê peywendîya vîdyoyî de, diyare, Selamî bi aşkera bi Beyar Ehmed re radigehîne, ku Dalya bi rêya qaçax derbaz bûye û hatîye cem zelamê xwe û evê yekê peywendî bi ti kesê ve nîne û wê xwe radestê Tirkiyê kirîye li Mêrsîn û tenê Wî û Dalya yê ev kare encam dane.
Cihê daxyê di rojên bûrî de, hinek xelkî xwast rastîyan şêlû bikin û bazirganîyên bi van mijaran bikin. Em di dmekê de, ku evan zanyarîya pêşkeş dikin dûbare jî amadeyî xwe nîşan didin bo her vekolîneka zêdetir. Hêvîdarin êdî ev mijar bo mebestên sîyasî nehên bikarhînan û dest ji jîyana civakî û taybeta Dalya Mehmûd û Selamî Yelmaz berdin.
Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistanê
22/7/2020