Îran gefan li Amerîkayê dixwe
Şemxanî, Sekreterê Encûmena Asayîşa Neteweyî ya Îranê, di peyameke twitterê de gef li Wîlayetên Yekbûîy yên Amerîkayê kirin û bi Amerîkayê re ragihand ku “li benda tolhildanek dijwartir bin” ji ber kuştina Qasim Suleymanî.
Wî di twitta xwe de roja Çarşemî, 22ê Tîrmehê nivîsand, “Trump qebûl dike ku leşkerê Amerîkî, di bin fermana wî ya rasterast de, du kesayetiyên berniyas di şerê dijî terorê de, serdar hac Qasim Suleymanî û hac Ebû Mehdî El-Muhendis kuştîne. “Her du gelên Îranê û Îraqê li ber xuyna van şehîdan sekinîn û heta ku sûçdar neyên ceza kirin wê rihet nebin.”
Şemxanî hişyarî da ku “tolhildanek dijwartir di rê de ye”.
Ev helwesta Şemxanî piştî wê yekê hat ku Rêberê Bilind ê Şoreşa Îslamî ya Îranê ‘Elî Xameneyî duh êvarê di civînekê de ligel serok wezîrê Îraqê Mustafa El-Kazimî li Tehranê got ku Tehran dê “dirbeke weke wî dirbê Amerîkayê li Îranê dayî” li Amerîkayê bide.
Qasim Suleymanî, fermandarê hêza Quds ya supayê pasdarên Îranê, û Ebû Mehdî El Muhendis, endameke paye bilind ê grûpa mîlîtaniya bi navê Hîzbollaha a Îraqê ku hêzeke ser bi Îranê ye, li meha Kanûna Paşîn di êrîşa balafirên Amerîkî de li nêzî balefirgeha Bexdayê hatin kuştin.