Li Sêrtê û Xwakurkî 4 Gerîla tên hedef kirin

Li Sêrtê û Xwakurkî 4 Gerîla tên hedef kirin

Partîya Karkerên Kurdistanê 4 Gerîlayên din li Bakur û Başûrê wilat ji dest dan û êrîşên dewleta Tirk dewam dikin.

Li gor agahiyên destê me, di 24 sa’etên rabûrî de, PKK ê 4 Gerîlayên xwe li Bakur û Başûrê Kurdistanê ji dest dane, 2 jê li herêma Xwakurkî a Başûrê wilat bûn wexta ku ketine ber êrîşên balefiran.

Li Bakurê Kurdistanê jî, duh roja çarşemî 22/7/2020an 2 endamên din ên PKK ê li sînorê navçeya Şêrwan a girêday Sêrtê hatin hedef kirin.

Ji destpêka vê heftiyê ve, PKK ê pêtir ji 10 Gerîlayan di êrîşên Tirkiyê de li Başûr û Bakur ji dest dane, hem wext 2 eskerên Tirk li devera Hekariyê hatine kuştin.

Pustên heman beş