Teqîneke bihêz li Serê Kaniyê çêbû û zirar pirin

Teqîneke bihêz li Serê Kaniyê çêbû û zirar pirin

Li bajarê Serê Kaniyê ê Rojava Kurdistanê teqînek çêbû, teqînê encûmena xwecî a bajar hedef kirîye.

Çavkaniyên me li Rojava Kurdistanê dest nîşan kir, îro roja pêncşemî 23/7/2020an, teqînek li navenda bajarê Serê Kaniyê ê li jêr kontirola komên çeteyên Tirkan çêbûye, teqîn li nêzî baregeha encûmena xwecî a Serê Kaniyê bû.

Her wiha eşkere kir, teqîn bi rêya erebeyeke mayîn kirî hatîye kirin, 4 kesan canê xwe ji dest daye yek jine, hem wext 11 kesên din birîndar ketine.

Çavkaniyên Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kirin, dibe hejmara kuştîyan pêtir bibe, bi sedema ku birîna hinek ji birîndaran pir girane.

Li rojên rabûrî hejmareke teqîn û bûyerên êrîşan li dijî komên çeteyên girêday arteşa Tirk li Rojava Kurdistanê çêbûne, bi teybet li herêma Efrînê.

Pustên heman beş