Derket holê ku Kolberê bi navê Keleş Arsanê ji Makûyê derbasî wanê bûbû ji 19 Tîrmehê ve agahî jê nedihat zanîn û ew li Qereqolê hatiye ragirtin. Arsan got îşkence lê hatiye kirin û leşkeran bi amûrên giran li wan dane.
Ji bajarê Makûyê Rojhilatê Kurdistanê Kolberê bi navê Keleş Arsan û 4 hevalên xwe Kolber şeva 18ê Tîrmehê di sînor de derbasî navçeya Ebexê ya wanê bûbûn. Ev 4 roj bûn agahî ji Arsan nedihat zanîn. Derket holê ku Arsan li qereqola li ser sînor di bin çavan de bûye.
Arsan ji ajansên nûçeyan re axvî û ragihand: ” dema me xwastî sînor derbas bikîn eskeran gulle berdane me û4 hevalên min reviyan. Ji ber ez betilî bûm nekarîm birevim û hatim desteserkirin. Ez brim Qereqolê. Li wir 19 penaber hebûn. Min ne got ez ji Îranê me min got ez ji Afxanîstanê me. Ez brim qereqolek din. Li wê Qereqolê fermandarek û 6 Eskeran bi dar, çakûç û hesinan li min dan. Her carê yekê hildadan nava xwe û bi hovîtî lê didan. Erd ji xwînê sor dibûn. Sê rojan îşkence li me kirin. Mil, ling û serê gelekan şikestin.”
Arsan anî ziman ku bêy derbarê wî de tu muameleyek were kirin wî bi 19 penaberan re danîne ber sînorê Îranê û got: “dema me xwest em derbasî Îranê jî bibin eskerên Îranê gulle berdan me. Em reviyan û me xwe wisa rizgar kir.”
Arsan di berdewamiya axaftina xwe de, da zanîn ku ew ji neçarî kolberiyê dikin û wiha got: “em kolberiyê jî nekin emê ji birçîbûnê bimirin. Li Îranê tu karek nîne. Dema ez girtî, jixwe min got wê min bikujin. Xwedî ez xlas krim. Li gundê ez lê hatim girtin di 2 salan de 8 ciwan ji aliyê eskerên Îranê û Tirkiyê ve hatîne qetilkirin.”