Îran 10 ciwanên Kurd bi zîndan û lêdanê ceza dike

Îran 10 ciwanên Kurd bi zîndan û lêdanê ceza dike

Dageheke Komara Îslamî a Îranê, cezayekî herî tund ku zîndan kirin û lêdanê li xwe digire, ji bo 10 çalakvanên Kurd ên Rojhilatê Kurdistanê derxist.

Rêxistina Hengaw a mafên mirovan îro roja şemî 25/7/2020an eşkere kir, dadgeha bajarê Sine cezayê 30 meh zîndan kirin li gel lêdanê ji boy 10 xwepêşanderên bajarê Bane ê Rojhilatê Kurdistanê derxist.

Kesên ku hatine ceza kirin, bi cînayeta ku berê 3 salan di xwepêşandanan de piştevanî li Kolberan kir bûn, hatin dadgeh kirin.

Berî 3 salan 2 Kolberên bi navê “Qadir Behramî û Heyder Ferecî” li ser sînorê Rojhilat û Başûrê Kurdistanê ji aliyê hêzên Îranê ve hatin kuştin, ew 10 kes jî di xwepêşandanên li dijî kuştina wan herdu Kolberan de hatibûn girtin.

Ceza kirina van 10 çalakvanan hem wexta cezayê hefteya rabûrî a dadgeha Seqizê ye, wexta ku koma 16 sal zîndan ji bo 3 ciwanên Kurd derxistî, cînayeta wan şewtandina wêneyên Qasim Suleymanî bû.

Pustên heman beş