Êrîşa dewleta Tirk a li dijî PKK ê li Başûrê Kurdistanê dewam dike, paş êrîşên şeva derbasbûyî jî, îro cebilxaneyeke PKK ê li herêma Heftenînê hat girtin.
Li gor agahiyên destê me, ji şeva derbasbûyî ve, balefirên Tirkiyê di te’qîba hereketên PKK ê de, herêma Heftenînê hedef kir, agahî li derbara zirarên canî tunene, lê belê bi sedema êrîşê şewat bi aqarê gundê “Binkê” ketîye.
Her wiha îro roja şemî 25/7/2020an, di êrîşeke bejahiyê de, leşkirên Tirk dest bi ser cebilxaneyeke PKK ê de li Heftenînê girtin, hejmareke herî zor a çekan têde bûn.
Cebilxaneya PKK ê ev çek têde bûn, 63 keleşînkof, nîşangir û tivingên nêçîrê, 50 mihmatên roket avêjan, 1000 fîşekên doşkê ên balefir şikên, 300 sacorên keleşînkofan, 50 bombeyên destan û 25 kîlo dînamêt.