Berpirsê PKK ê “Yehya” hat hedef kirin

Berpirsê PKK ê"Yehya" hat hedef kirin

Arteşa Tirkiyê berpirsekê din ê PKK ê ku di lîsta daxwazkirîyan a dewletê de cî digre, li dorbera Dêrsimê a Bakurê Kurdistanê hedef kir.

Îro roja şemî 25/7/2020an, hat îlan kirin ku yek ji Gerîlayên duh roja înî li dorbera Dêrsimê a Bakurê Kurdistanê hatine berteref kirin, berpirsekê PKK ê ê bi navê “Yehya Atmaca” ye ku di lîsta reng pirteqalî a daxwazkiriyên dewletê de cî digre û xelat ji boy desteser kirina wî hatibû danan.

Yehya Atmaca bi kod navê “Savaş Firat” endamekî PKK ê ye, bi fermandarê PKK ê ê enîya rojava Dêrsimê tê hesab kirin, dewleta Tirkiyê milyon lîre xelat ji boy desteser kirina wî dest nîşan kir bûn.

Ji destpêka vê salê ve, dewleta Tirkiyê, hejmareke zêde a fermandar û berpirsên PKK ê li Başûrê û Bakurê Kurdistanê hedef kirine, dawî yek Qasim Engîn fermandarê bilind ê PKK ê bû.

Navenda medyayî a HPG ê balê leşkirî ê PKK ê tu agahî li derbara hedef kirina Yehya ne weşandine.

Pustên heman beş