Li gundewarê Hekariyê şer qewmî
Êrîşa dewleta Tirk li ser Partiya Karkerên Kurdistanê li Başûr û Bakurê wilat dewam dike, îro li devera hekariyê PKK ê zirar dane.
Li gor agahiyên destê me, îro roja yekşemî 26/7/2020an, arteşa Tirkiyê êrîşeke bejahî û asîmanî li devera Hekariyê li dijî PKK ê encam day e, Gerîlayekê PKK ê canê xwe ji dest da.
Êrîşa îro dibe berdewamîya wê êrîşa dewleta Tirk li 20 vê mehê li devera Hekariyê dest pê kirî ku heya niha 4 endamên PKK ê têda canê xwe ji dest dane, hem wext 2 eskerên Tirk hatine kuştin.
Tê zanîn hejmara 1106 cendirme, komando, polîs û gundparêz di êrîşa ser Hekariyê de beşdarin.
Çalakiyên Partiya Karkerên Kurdistanê niha pêtir li Başûrê Kurdistanê ne, bi awayekî ji 77% a çalakiyên wê li Başûr û ji 23% li Bakur hene, ev yek di rapora îsal a sazîya ACLED a Amerika de hatîye tesbît kirin.
Li gor rapora ACLED ê jî diyar dibe ku PKK ê şer derbasî Başûrê Kurdistanê kiriye, şerî zirarek pir mezin gihandîye aborîya herêma Başûr û gelek gund û zeviyên çandiniyê hatine vala kirin.