Emerîka: 77% pevçûnên di navbera PKK ê û dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê ne

Emerîka: 77% pevçûnên di navbera PKK ê û dewleta Tirk li Herêma Kurdistanê ne

Li gorî navenda ACLED a Emerîkî van 5 heyvên derbasbûyî de pevçûnên di navbera PKK ê û artêşa Tirkiyê de 77% li Herêma Başûrê Kurdistanê rûdanê.

Piştî protokola 1982 dinavbera PKK ê û PDK ê da hatî îmze kirin heya evro PKK li Herêma Kurdistanê cîh bûye, ŞER û pevçûnên artêşa Tirk û PKK ê bi giranî liser xaka başûrê Kurdistanê diqewimin, bi taybetî jî şer piştî 1990 î xişya herêma başûrê Kurdistanê, li ser vî babetî Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek caran daxuyanî belavkirin û daxwazî ji herdu layena kir ku xaka Başûr neken navenda gorepana şerî, vê carê jî navenda saziya Emerîkî ya “proje ya daneyên cihê pevçûn û bûyer a ”(ACLED) raportek  belavkir, li gorî raporta  ACLED a saziya Emerîkî van 5 heyvên derbasbûyî de şerê dinavbera Tirkiyê u PKK ê de 77% î li nava xaka Başûrê Kurdistanê çêbûye, tenê 23 bûyer li bakurê Kurdistanê çêbûne, şerê PKK yê gerîla piştî şerê xendeka yê sala 2016an li bakurê Kurdistan ê  pir kêm bûye, Yekîneyên gerîla li Dêrsimê û Amed ê gelek fermandên xwe divan şerada berzekirin, di hindek pevçûnan de jî gerîla bi komî îmha bûne.

Ev dû salin PKK ê tenê herêma Serhedê karîye çend çalakiya bike, li dijî hêza leşkerî ya Agirî û Bazîdê hinek çalakî çêbûne, Jiber peywendiyên baş yên di navbera PKK ê dewleta Îran ê de werzê Bihar û Payîzê yek-dû yekîneyên gerîla liser sînorê Serhedê çalakî kirine, derveyî van çend çalakiya herêmên din çi çalakî û pevçûn derneketine, PKK rêxistinekî bi şer dikare layengirên xwe liser linga bigire, Jiber binkeftina xwe ya bakurê Kurdistanê derbas bike dixwaze şerê xwe bikêşe Başûrê Kurdistanê.

Rêveberê PKK ê Riza Altûn 4/5/2017 ji bo ANF ê daxuyanî yek belav kiribû û digot “ Başûrê Kurdistanê dê bibe cihê şerekî pir dijwar”  piştî vê daxuyanîyê PKK ê ji yekîneyên xwe yên razayî xwest ku dinava bajarên Başûrê Kurdistanê de çalakiya bikin, Li ser vê planê 7/7/2019 li Hewlêr ê çalakî dijî xebatkarê konsolxaneya Tirkî pêk hat, Li xwaringeha Hokkabaz PKK ê 3 kes kuştin, du ji van kuştîyan xelkê başûrê Kurdistanê bûn, Lê stratejîya PKK ê ya şerê bajarên herêman Kurdistanê   sernekeft, gorî rapora ACLED jî diyar dibe ku PKK ê şer derbasî nava xaka Başûrê Kurdistanê kirîye, Vî şerî zirarek mezin gihandîye aborîya herêmê û gelek gund û şûnwarên çandinî hatine valakirin, Tirkên Dijmin bê navber hêrişên hewayî liser deverên başûr dardixin, û raport dibêje piranî sivîl dibin armanca van êrîşên asîmanî.

Weke her car rêveberên hikûmeta herêmê daxwazî ji PKK ê û Tirkiya diken u dibêjin başûr nekin cihê gorepana şerî, van çend salên dawîyê bi dehan xelkê sivî liser gundên xwe hatin Kuştin.

PKK bakur

Pustên heman beş