Dewleta Tirk îro dest bi êrîşeke den a mezin li dijî PKK ê li Bakurê Kurdistanê kir, herî kêm hezar û 170 esker têde beşdarin.
Li gor agahiyên destê me, arteşa Tirkiyê îro roja duşemî 27/7/2020an, êrîşeke mezin li dijî Partiya Karkerên Kurdistanê li çiyayê Agiriyê, sînorê Îdir û Qersê ên Bakurê Kurdistanê dest pê kir, ev êrîş navê Birûsî 3 lê hatîye kirin.
Li gor agahiyên medya Tirkiyê, ev êrîş herî kêm hezar û 170 esker, cendirme, komando û gundparêz têde beşdarin.
Êrîşa çiyayê Agirî hem wexta êrîşa devera Hekariyê tê ku li 20î vê mehê li djî endamên PKK ê dest pê kirîye.