Komên çekdarên girêdayê Tirkiyê îro bajarokê Zirganê ê Rojhilatê Serê Kaniyê li Rojava wilat hedef kir û zirar canî li pey êrîşê hatin.
Li gor agahiyên destê me, îro roja duşemî 27/7/2020an, komên çekdarên girêday Tirkiyê, bajarokê Zirganê ê girêday Serê Kaniyê li Rojava Kurdistanê, bi gulle topan hedef kir, hemwilatîyekî sivîl birîndar ket û zirar bi hinek malên hemwilatîyan ketine.
Ciyê ku ketîye ber êrîşê malên hemwilatiyên sivîl bû ku dibe navenda bajêr, lê belê Hêzên Sûrya ya Demokratîk HSD ê bersîva êrîşê dan û komên çekdaran mecbûr kirin paşde bizîvrin.
Tê zanî bajarokê Zirganê dikeve başûrê bajarokê Til Temrê li Rojhilatê Serê Kaniyê.