Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê bo rojên cejnê ragihand

Rêveberiya Xweser qedexeya çûnûhatinê bo rojên cejnê ragihand

Rêveberiya Xweser ji bo rêgirtina li belavbûna vîrusa Koronayê, qedexeya çûnûhatinê li herêma Cizîrê bo heyama 10 rojan ragihand û yekem roja cejna Qurbanê ev qedexe destpê dike.

Hevserokatiya Encûmena Cibicîkar a Rêveberiya Xweser di daxuyaniyekê de, bi sedema derketina haletên nû yên pêketina bi vîrusa Koronayê û ji bo rêgirtina li belavbûna wê ya zêdetir, biryarên nû derkirin:

1- Qedexeya çûnûhatinê li herêma Cizîrê tê sepandin, biryara qedexeyê dê piştre ji aliyê Rêveberiya Herêma Cizîrê ve derkirin.

2- Çûnûhatin bi yekcarî di navbera herêma Cizîrê û herêmên din de tê qedexekirin, tenê rê ji bo tevgera bazirganiyê tê dayîn.

3- Kombûn bi awayekî giştî tên qedexekirin (kombûnên werzişî, kombûnên cejnê. Melavangeh, qehwexane)

4- Tevgera basên giştî yên navxweyî di hundir bajaran de tê qedexekirin.

5- Dema vê biryarê 10 roj in û ji yekem roja cejna Qurbanê dest pê dike.

Pustên heman beş