HPG ê kuştina 8 serbazên Tirkiyê li Heftenînê û Xwakurkê ragihand

HPG ê kuştina 8 serbazên Tirkiyê li Heftenînê û Xwakurkê ragihand

Navenda ragihand û çapemeniyê ya hêzên parastina gel (HPG) ku baskê çekdarî yê PKK ê ye, kuştina 8 serbazên Tirkiyê li Heftenîn û xwakurkê ragihand.

Li gor daxuyaniya HPG ê, di rojên 27 û 28ê Tîrmehê de gerîlayên PKK ê li girê Dûpşik û Xantûr ser bi Heftenînê ve serbazên Tirkiyê kirine armanc û 3 serbaz li wê deverê hatine kuştin.

HPG ê amaje bi wê jî kiriye, îro, 29/7/2020, li girê Lêlkanê yê ser bi devera Xwakurkê 2 sengerên hêzên artêşa Tirkiyê hatine armanc kirin û 5 serbazên Tirkiyê hatine kuştin.

Tê zanîn li roja 15ê Hezîranê artêşa Tirkiyê, bi rêya asmanî operasyona “Çengê Baz” û roja 17ê Hezîranê jî bi rêya zemînî operasyona “Çengê Piling” da destpêkirin.

Li gor raporta ku komîteyên ji aliyê parlamentoya kurdistanê ve hatbûn raspardin ji bo lêkolînkirina zîyanên şer û topbaranê li navçeyên sînorî,  di encama  wan operasyonên Tirkiyê yên di naverasta meha Hezîranê de li sînorê başûrê kurdistanê dabûn destpêkirin, 504 gund hatine valakirin.

Her li gor raporta wan komîteyan Tirkiyê sînorê başûrê kurdistanê bi firehiya 40 kîlometran û kûrahiya 15 kîlometran derbas kiriye.

Pustên heman beş