Di dîroka kurdan de bûyerên Tirajîdî weke bûyera Barzan gelek zêdene û li hemû parçeyên kurdistanê dujminên gelê kurd karesatên bi wî awa bi serê kurdan anîne. Çalakiyên tevkujî ya gelê kurd, çalakiyeke ku heya niha dujminên kurdan li ser berdewamin û her dema hêza wan zêde be û bikarin vê yekê pêk bînin wê bê du dilî pêk bînin.
Tevkujîya kurdan li her 4 parçeyên Kurdistanê vedgere serdema piştî çar parçe kirina Kurdistanê, piştî parçe kirina axa Kurdistanê dewletên koloniyalîst li Kurdistanê dest bi tevkujîya kurdan kir. Wan xwest bi cînosayd kirina Kurdan neteweyeke ku rîhên wê di kûrahiya dîroka mirovatiyê de çûne xwarê bi temamî ji holê rakin û rîhên wan biqetînin, wan xwest bi vê yekê kurdan tune bikin û ew bi rehetî li ser axa Kurdan razin û keyfê bikin li ser axekê ku xweda ji kurdan re daye, dewletên koloniyalîst bi hemû awayan, awayê fîzîkî, çandî, zimanî, dîrokî cînosayd li himber Kurdan encam dan û xwest bi temamî Kurdan û neteweya wan ji holê rakin.
Ev hovîtî ya dewletên koloniyalîst, di dema serhildanên netewî yên kurdan, yan jî piştî van serhildana digihîşt asta xwe ya jûr û bi hêsanî tevkujiya kurdan lidar dixist.
Li bakûrê kurdistanê dewleta Tirk ya koloniyalîst piştî serhildana Koçgiryê (1919), serhildana Amedê (1925), Serhildana Agiriyê (1926-32) li Zîlanê, li Sasonê kumkujî pêk anîn û cênosîd bi her awayî domand.
Li Başûrê Kurdistanê jî dewleta ‘Îraqê komkujîya Barzaniyan, Feylî û gelê Kurd li başûr bi giştî pêk anî û li Rojhelat û Rojava Kurdistanê jî ji bal dewletên serdest li wan parçeyan heman tişt digel Kurdên wan parçeyan hat encamdan.
Herêma Barzan di dîrokê da bûye navenda şoreşa netewî ya kurdistanê, di dema diktatoriya Sedam da jî ev navend bûna xwe ya şoreşa netewî ya kurdistanê domand. Rejêma diktatorî ya Be’sê neçar bûbû ku bi serokê netewî Mistefa Barzanî ra peymanê çê bike. Li 11 Adara 1970an biryar da otonomî li Kurdistanê ji bo kurdan ava bibe, kurd li welatê xwe desthilatdar û serwer bin, ev yek ji bo rejêma Be’si û diktator Sedam birîneka mezin bû. Loma jî dixwest ku ji Barzaniyan tol bigire û navenda şoreşa netewî ya Kurdistanê bitefîne. Ji ber vê yekê dewleta Iraqê biryar stand daku navenda şoreşa Kurdan li başûrê Kurdistanê bitefîne û jinav bibe hêzeke leşkerî a herî zor bişîne devera Barzan daku li wir komkujiyê pêk bînin û vê navenda şoreşa kurdan ji holê rakin.
bi tenê tirba 6000 hezar kesan hatye dîtin
“Pirr zû bû, serê sibê bû, hêjan asîman weke rojên din rûhin nebûbû, û germaya rojê her ji serê sibê zû xeberek nax hejîn pê bû ji bo Barzaniyan. Dema leşkeran bi postalên xwe yên gemar pê xwe xistî nava kolanên Barzan ê de û dergehên malan hejandî, bê cudahî dest bi girtina zaro, ciwan, xort û pîrokalan ji her du regezan kir. Xwe “kesên dîn û astengdar” jî bê beş nebûn ji wê tawana pirr karesat, ev axaftinên Barzaniyekî ne ku li sala 1985an de ji bo ragihandinên cîhanî bas dikirin.
8000 barzanî ber yekem pêla hovîtîya hikûmeta Be’si ya ‘Îraqê ketin û hatin cînosayd kirin, bi awayekî weha hov ev kar hat pêkanîn ku heya niha jî ku 37 sal bi ser vê karesata mezn ve derbas dibin lê hêjan bi tenê tirba 6000 hezar kesan hatiye dîtin û heya niha tirba 2000 kesan nehatîne dîtin û niha laşê wan yê pîroz ku fêrî bayê hîn yê deşt û doll û zinarên çiyayên kurdistanê ye, di bin axa hişk û germa deştên Ereban e.
Li meha 7 a sala 1983an de dewleta ‘Îraqê dest bi girtin û revandina zelam û xortên barzanî kir
37 salan pêş niha li saet 7î serê sibê, li sala 1983an dewleta ‘Îraqê dest bi wêran kirina gundewarên Kurdistanê, û şewitandina zevîyên çandinîyê li devera Barzan kirin û 8 hezar kes ji Barzaniyan birin û ew cînosayd kirin.
Li meha 7 a sala 1983an de dewleta ‘Îraqê dest bi girtin û revandina zelam û xortên barzanî kir, ew Barzaniyên ku bera hingî li kampan de hatbûn bicî kirin, piştî girtina wan ew hatin rewane kirin ji bo bajarên başûrê ‘Îraqê weke bajarê Mûsena. Piştî vê yekê komkujîya Barzaniyan, ew komkujîya têde 8 hezar barzanî hatin qetîl’amkirin destpêkir, ev komkujî ya dewleta ‘Îraqê destpêka kom kujiyek mezintir bû ji bo jinavbirin û tunekirina Kurdan li Başûrê Kurdistanê.
Yek ji Barzaniyan di hevdîtinek rojnamevanî de li sala 1985an de bi vî awa bas li bûyerên wê demê yên destpêkirina komkujiya Barzaniyan li sala 1983an dike û dibêje: “hat hîn bûn ku ew zilamên dixwest biçin kar bikin zû vedigeran kampê jiberku derdora kampê bi leşkerên Îraqê hatbû dorpêç kirin, saet 7î serê sibê lêgerîna leşkeran di nava malan de dest pê kir û wan kur û zilamên jîyê wan 10 sal heya digihîşt 70 sal girtin, leşkerên dewleta ‘Îraqê xwe kesên astengdar û dîn û nexweş jî digirtin û di birin”.
ev cînayeta hov bo sedema berxwedana pêtir a kurdan li başûrê kurdistanê
Vî kesê barzanî her weha ji rojnameyan re ragihandibû: “leşkeran digo xelkê ku wê wan bibin Hewlêrê daku li wê derê kar bikin, wan 8 caran mala min teftîş kirin lê wan ez nedîtim jiberku min xwe li baxekî ku li beramberî mala me bû veşartibû, li saet 10:30 hemû kes li wesayîtên leşkirî kirin û ew ji bo cîyekî dûr û nediyar hatin veguhastin û tu caran ew nevegerîn, piştî vê yekê dewletê cereyana av û elektirîkê li ser kampê qut kir”.
Ya ku ev kesê Barzanî vedguhêze bi tenê beşekî biçûk ji wê tawana mezine ya ku dewleta ‘Îraqê li himber kurdên başûrê welat bi giştî û bi taybetî Barzanîyan encam dayî, daku gelê başûr ji berixwedanêe berdewam ji bo rizgar kirina axa xwe ya bin dest û serixwebûna kurdistanê pûşman bikin, lê belê bi vî karî dewlet nekarî kurdan li başurê kurdistanê sist û bê îrade bike, belku ev cînayeta hov bo sedema berxwedana pêtir a kurdan li başûrê kurdistanê heya gihiştî astek weha ku bikarin statoyek kurdistanî li vê parçeya kurdistanê ava bikin ku bibe seywanek ji bo her kurdekî wilatparêz li her quncîkekê vê cîhanê de.
Serokê rejêma besê Sedam bi şexsê xwe û bi devê xwe îtîraf bi vê komkujiyê kir û ev komkujiye neveşart û 2 meha şûnda gelek vekirî ev komkujiye eşkere kir û got ku “wan bi tundî cezayê xwe wergirtin û me ew avêtin dojehê”.