Êrîşên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê nêzî bajaran dibin
Êrîşa dewleta Tirkiyê a li ser Başûrê Kurdistanê, bi sedema PKK ê dewam dike û îro balefiran careke din nuqteyên PKK ê hedef kirin.
Çavkaniyên pêgeha “Darka Mazî” li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja şemî 2020/8/1an, balefirên bê pîlot yên dewleta Tirkiyê, erebeyeke PKK ê li sînorê parêzgeha Duhokê hedef kirine.
Dest nîşan kir, êrîş li sa’et 6:00 êvarê çêbûye, wexta ku balefiran li deriyê bajarokê Bagêra erebeyeke PKK ê hedef kirî, lê belê tu zirarek bi erebê neket.
Êrîşa îro hemwexta êrîşa duh roja înî tê wexta ku balefiran dû caran nuqteyên PKK ê li geliyê Bazê yê navçeya Kanî Masê û her wiha li devera bi navê Şîva Gundê Kerbilê a li navçeya Mangêşkê girêdayî devera Doskîya hedef kirin, ev êrîş jî bi dûratîya nêzî 16 kîlometroyan ji bajarê Duhokê pêkhatbû.
Tevî ku zirarên canî yên van êrîşan nehatiye hîn bûn, lê belê tirseke herî zêde li cem şêniyên navçeyê çêbûye, ew dixwazin PKK e ji navçeyên wan dûr be, ji bo ku nekevin ber xeterîya bordomanan.