Tevî Tirkiyê, Îranê jî êrîşî Herêma Kurdistanê kir

Tevî Tirkiyê, Îranê jî êrîşî Herêma Kurdistanê kir

Îranê bi dijwarî binke û baregehên partîyên Rojhilatê Kurdistanê û çend gundên navçeya Sîdekanê li Başûrê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gor agahiyan, îro saet 10:30 berî nîvrojê balafirên bê pîlotên supayê pasdaran çend baregehên pêşmergeyên partîyên Rojhilatê Kurdistanê li navçeyên sînorî yên başûrê kurdistanê hedef kirin.

Berpirsê dezgeha fermandariya hêza pêşmergeyên Kurdistanê ya ser bi PDK-Îran, Kawe Behramî ragihand, firokeyên bê firokevan binkeyên wan kirine armanc lê ti zîyanek canî nebûye.

Kawe Behramî got: “piştî bombebarana balafirên bê pîlot, demjimêr 11:00 jî topbarankirina navçeya Berbizînê ji aliyê Îranê ve dest pê kir, lê ti zîyanek canî nebûye û pêşmergeyên me silametin.”

Ji sala 2016an ve beşek ji partîyên Rojhilatê Kurdistanê, li navçeyên sînorî yên ser sînorê Rojhilatê Kurdistanê çend binke û baregehên xwe danîne. Niha hizba Demokrata Kurdistana Îranê (HDKA an PDK ê), hizba Demokrata Kurdistanê (HDK), Komeleya Şoreşgêra Zehmetkêşên Kurdistana Îranê û Komleya Zehmetkêşan li navçeyên sînorî yên ser sînorê Pîranşar û Şinoyê baregehên xwe danîne.

Ji dema ku wan partîyan binkeyên xwe li wan navçeyan danîne, Îranê heta niha çend caran navçeyên sînorî yên Başûrê Kurdistanê topbaran kiriye ku zirareke mezin gihandiye xelkê gundên sînorî û hejmarek gund jî ji ber wan topbaranan hatine vala kirin.

Pustên heman beş