Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî îro roja sêşemî 4î Gelawêja 2020an eşkere kirin, li Eruha navçeya sêrtê dewleta Tirkiyê li dijî gerîlayên PKK ê operasyon da destpêkirin.
Li gor zanyariyên pêgeha Darka Mazî, tîmên fermandariya cendirmeyan a bajêr di operasyonê de beşdarin û daku baregeh, depo, stargehên PKK ê li wê navçeyê îmha bikin operasyon daye destpêkirin.
Her weha hat eşkere kirin ku ji ber operasyonê li gundên Dadakil, Donerdover, Dagdoşu, Gulburnu û Ozlupelîtê yên li ser navçeyê ji demjimêr 9:00an pê ve heta Emrekî duyemîn derketina derva hatiye qedexekirin.
Ev operasyona dewleta Tirk li Bakurê Kurdistanê di Demekî daye ku li Başûrê Kurdistanê jî di çarçûveya operasyona “Çenga Baz” û “Çenga Piling” de pêtir ji 40 kîlometroyan ji xaka Herêma Başûrê Kurdistanê ji bal dewleta Tirkiyê ve hatiye dagîrkirin, û hejmarek herî zêde ji gundên sînorî bi sedema vê operasyona dewleta Tirk li dijî PKK ê hatîne valakirin.
Hat zanîn ku heya niha tu yek ji wan navçeyên ku PKK ê li Başûrê Kurdistanê bi dest dewleta Tirkiyê ve berday, ji bal PKK ê ve careke din nahatîne standin, herçend ku PKK e bi berdewamî di medya û sosyal medya û çapemeniya xwe bi awayek giştî wisa diyar dike ku şerekî mezin li Başûr li dijî dewleta Tirkiyê bi rêve dibe, lê heya niha dewleta Tirkiyê her cîyekî ku hedef kiribe ji PKK ê standîye, PKK e jî her ku diçe pêtir nêzî bajarên Başûrê kurdistanê dibe û pêtir xetereyê li ser xelkê bajaran dirust dike.