Li Meletiyê bi hêza 5,2ya Rîxterê erdhej çêbû

Li Meletiyê bi hêza 5,2ya rêxterê erdhej çêbû

Îro erdhejekê bi hêza 5.2 pileya Rîxterê bajarê Meletî yê Bakurê Kurdistanê hejand.

Serokatiya rewşa acîl û afatê (AFAD) ragihand ku di saet 12:37an da navend Puturgeya navçeya Meletiyê bi hêza 5,2ya Rîxterê erdhej çêbû.

Li gor agahiya ku li ser malpera afadê hat dayîn erdhej 7,02 kîlomêtro di bin erdê da çêbûye.

Herwiha li parêzgehên Amed, Xarpêt û Semsûrê jî hest bi erdhejê hat kirin.

Hêj derbarê encamên erdhejê û egera ziraran de ti zanyarî nehatine belavkirin.

Pustên heman beş