Bi sedema bordomana arteşa Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê li Rojava Kurdistanê, 2 Şervanên hêzên Sûryaya Demokratîk canê xwe ji dest da.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava wilat dest nîşan kirin, li şeva derbasbûyî û bi sedema bordomana dewleta Tirkiyê û komên çekdarên girêday wê, dû Şervanên HSD ê li dorbera bajarokê Eyn Îsayê canê xwe ji dest da.
Eşkere kir, gundê bi navê Seyda yê li Eyn Îsayê ket ber topbaranê û di encamê de 2 Şervanên HSD ê canê xwe ji dest dan.
Her li vê derbarê de, nerîngeha Sûrî ya mafên mirovan eşkere kir, li rojhilata Helebê di navbera çekdarên ser bi Tirkiyê û Şervanên YPG ê de şer derket û di encamê de jî çekdarek hat kuştin.
Hêzên Sûryaya Demokratîk îlan kir arteşa Tirkiyê bi berdewamî êrîşî navçeyên wan dike û agirbesta ku heye bin pê dike, hem wext dest nîşan kir ku arteşa Tirkiyê hêzê li dorbera Girê Sipiyê jî kom dike.