Rewş li Başûrê wilat ketîye di xeterê de

Rewş li Başûrê wilat ketîye di xeterê de

Belavbûna vîrosa Koronayê li Başûrê Kurdistanê dijwar bûye û wezareta tendirustiyê hişdariyê dide ku rewş ji kontirolê derkeve.

Şewba Koronayê ku dibe nêzî 8 mehan dinya pê ketîye, li Başûrê Kurdistanê hinek dijwar bûye û hejmara pêketiyên vê vîrosê bi taybet li bajarê Dihokê zêdebûne, çavkaniyên tendirustiyê jî hişdarî dane ku dibe rewş ji kontirolê derkeve.

Li gor datayên wezareta tendirustiyê di 24 sa’etên rabûrî de, 404 kes li Başûrê Kurdistanê bi Kovîd-19ê ketine, 11 kesan canê xwe bi wê sedemê ji dest dane.

Hem wext hat îlan kirin ku rewşa 80 pêketiyên vîrosê li Hewlêrê nebaşe û niha di xeteriyê de ne û pêwîstîya wan bi amûrên henaseya destkird heye.

Li gor wezareta tendirustiyê ya hikûmeta Başûrê Kurdistanê, li seranserî Başûr tenê 200 amûrên henasedanê hene, xeter jî di wê yekê deye ku ger rewş ji kontirolê derkeve, wê kirîzeke nexwestî rûbide.

Her li vê derbarê de, dijwarîya şewba Koronayê li parêzgehîya Dihokê xeter ketîye, wezareta tendirustiyê dibêje di 3 rojên rabûrî de pêtirî 150 kesan pê ketine û niha sercem şêniyên Dihokê weke bergumanên vê vîrosê tên mêze kirin.

Pustên heman beş