Arteşa dewleta Sûriyê, îro careke din bi dijwarî binara çiyayê Kurmênc ê Rojava wilat hedef kir.
Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, îro roja pêncşemî 6/8/2020an, tophavêjên arteşa rejîma Sûriyê, bi dijwarî êrîşê çiyayê Kurmênc ê rojava Kurdistanê kir, lê belê tu agahî li derbara zirarên canî nedane.
Dest nîşan kir, enîya bi navê Hedade ê binara çiyayê Kurmênc ku dibe aliyê bakur ji gundewarê Laziqyê ketîye ber êrîşan, li gor rejîma Sûriyê topbaranê komên cîhadîyan hedef kirine.
Li gor nerîngeha Sûrî, şerên dijwar li navbera komên cîhadî û arteşa rejîma Sûriyê li enîya Hedade hene, girêday vê arteşa Sûriyê navçeyên bakurê rojava Hemayê, Ruweyhe û Bînîn û dorbera navçeyên Bare û Kensefre li gundewarê Idlibê li komên çekdaran xistine.
Tê zanîn li dawîya meha rabûrî balefirên Rûsya federal çendîn caran binara çiyayê Kurmênc ku li ser herêma Efrînê tê hesab kirin hedef kirbûn, şêniyên binara çiyayê ku piranî jê Kurdin, neçar mane ciyên xwe vala bikin.
Çiyayê Kurmênc, navçeyeke çiyayê ye piranîya rûberê herêma Efrînê li xwe digire, darên zeytûna herî zêde lê hene.