Wilatparêzê Kurd Celîl Gadanî koça dawiyê kir

Wilatparêzê Kurd Celîl Gadanî koça dawiyê kir

Siyasetmedar û wilatparêzê Kurdê Rojhilata Kurdistanê, Celîl Gadanî îro roja pêncşemî li yek ji nexweşxaneyên herêma Başûrê Kurdistanê, koça dawiyê kir.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, serkirdeyê Partîya Demokrat a Kurdistanê (HDK) Celîl Gadanî îro roja pêncşemî 6/8/2020an bi sedema ketina wî bi vîrosa Koronayê li yek ji nexweşxaneyên Başûr canê xwe ji dest da.

Li vê derbarê de, Partîya Demokrat a Kurdistanê (HDK) daxweyanîyek parve kirîye û têda koça dawiyê ya Gadanî îlan kir.

Di daxweyanîya (HDK) de wiha hatîye nvîsandin: Bi dax û kesereke pir mezin ve, îro kak Celîl Gadanî siyasetmedar û kesatiyê diyarê Kurd û tekoşerê dêrînê hizba Dîmokrata Kurdistanê û tevgera siyasî ya Kurd, paş bi dehan salên xebata li pênavê rizgarîya neteweya xwe, koça dawiyê kir.

Celîl Gadanî li sala 1934an li bajarê Mehabadê ê Rojhilata wilat ji dayk bûye, li sala 1948an bûye endamê (HDK) û piştre li serdemê Reza şahî li ser çalakiyên siyasî, 13 salan tê zîndan kirin.

Celîl Gadanî li gel hejmareke kadiroyên din li sala 1988an ji HDK ê cuda dibin û bi navê partîya Dîmokrata Kurdistanê Îranê xebata xwe di domînin, Celîl Gadanî piştre dibe sekreterê partiyê.

Li sala 1996an careke din li gel (HDK) yek digirin û piştre Gadanî weke endamê serkirdatiyê tê hilbijartin, Gadanî bera ku koça dawiyê bike, berpirsiyarê komisyona çavdêrîya (HDK) bû.

Pustên heman beş