PKK ê 3 Gerîla li Başûr ji dest dan

PKK ê 3 Gerîla li Başûr ji dest dan

Êrîşa dewleta Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê dewam dike û îro şer li navbera PKK ê û arteşa Tirk qewmî û  3 Gerîla canê xwe ji dest da.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kir, îro roja pêncşemî 6/8/2020an, şer li navbera arteşa dewleta Tirk û Gerîlayên PKK ê li herêma Haftenînê qewmî û zirarên canî ber PKK ê ketine.

Dest nîşan kir, agahiyên destpêkî amaje bi can ji dest dana 3 Gerîlayên PKK ê dikin.

Li vê derbarê de, medya Tirkiyê ev êrîş ser rast kirine, lê belê HPG ê tu daxuyanî li derbara ji dest dana 3 Gerîlayan nedane.

Tirkiyê li 15 meha xizîrana îsalê, êrîşa ser PKK ê li Başûrê Kurdistanê li jêr navê Pencên Piling û Baz dest pê kir, di yek roj de pêtir ji 150 nuqteyên PKK ê hatin hedef kirin, PKK e paş vê êrîşê li dorbera gund û bajarokan bi cî bûye, lewma sînorê wan gund û bajarokan bi berdewamî tên hedef kirin.

Pustên heman beş