Êrîşa Tirkiyê a li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê li Başûrê wilat didome, ji duh ve şerên dijwar çêbûne û PKK ê 7 Gerîla ji destdane.
Li gor agahiyên destê me, di 24 sa’etên rabûrî de, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê, bilindahiyên çiyayê Asosê ê li sînorê Silêmaniyê hedef kirine û zirarên canî ên mezin bi PKK ê ketine.
Hat îlan kirin ku di wê êrîşa hewayî de, 7 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dane, hejmareke nuqteyên wan hatin îmha kirin.
Navenda medyayî a HPG ê tu agahî li derbara êrîşa Asosê nedane, tenê eşkere kir ku duh roja înî 7/8/2020an, balefirên Tirkiyê Girê minînê ê li nêzî Girê Dûpşikî bombe kirine û şewat bi aqarê navçeyê ketîye.
Li 15 xizîrana îsalê, Tirkiyê mezintirîn êrîşa ser Başûrê Kurdistanê li dijî PKK ê daye meşandin, ji wê demê ve bi dehan gund bi teybet li sînorê Dihokê hatine vala kirin, şêniyên gundan ku pêtir xeterî li ser wan heye gazinan ji PKK ê dikin û dixwazin Gerîla hereketên xwe nexin nêzî gundên wan ji bo ku nekevin ber êrîşan.