Karwanekê erebeyên Hêzên Sûryaya Demokratîk îro li sînorê Hesekê ket ber êrîşeke moşekan û zirarên mezin pê ketine.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Rojava Kurdistanê eşkere kir, îro roja yekşemî 9/8/2020an, karwanekê erebeyên HSD ê ku ji Şedadiyê a navçeya Hesekê ber bi Dêrazûrê diçû, ket ber êrîşeke dijwar.
Di êrîşê de, 3 erebeyên serbazî ên HSD ê hatin hedef kirin, hem wext erebeyeke barî a mezin ku pêwîstiyên serbazî têde barkirî bûn, agahî li derbara zirarên canî tunene.
Hat îlan kirin ku ev erebeyên HSD ê li ser rêya ciyên mazotê ên li kêlgeha Umir hatine hedef kirin.
Kenalê dewletê ê Sûryê ev bûye ser rast kir, lê belê tu amaje bi aliyê ku ev êrîşê pêkanîye, nedaye.