Bi hêza 5.1 erdhejê li Rojhilata Kurdistanê da

Bi hêza 5.1 erdhejê li Rojhilata Kurdistanê da

Erdhejekê bi hêza 5.1 li gor pîvera rêxterê, îro li Rojhilata Kurdistanê da, herêma Kirmanşanê sentera erdhejê ye.

Li gor navendna erdhejan a Îranê, îro roja yekşemî, 9/8/2020an, bi hêza 5.1 erdhejê li herêmên Kirmanşan û Îlamê ên Rojhilata Kurdistanê dane û bajarokê Gyelanê ê girêday Kirmanşanê senterê erdhejê bû.

Navenda erdhejan a Îranê dest nîşan kir, ev erdhej di xeta sînor a Başûr û Rojhilata Kurdistanê de bûye,li  alê Başûrê wilat li nêzî bajarê Xaneqînê bû.

Erdheja Rojhilat, li Başûrê wilat jî hest pê hat kirin, bi teybet li herêmên Germyan û Xaneqînê.

Pustên heman beş