Bi salaye mijara nîqaşê ewe ku, ka PKK ê şervanên zarok helgirtîne nava refên xwe an ne, ger helgirtibin heqe an jî neheqe. Gelek saziyên nevdewletî di derbarê şervanên zarok de bi tûndî PKK ê rexne dikin. Di mijara şervanên zarok de di asta saziyên navdewletî de sicîla PKK ê ne paqije.
Di sala 2016 de direktorê HRW (mafê zarokan) Zama Coursen-Neff digot: Li Şengalê PKK zaroka dike şervan. Herî dawîyê 16/1/2020An Neteweyên yekbûîy li derbarê helgirtina şervanên zarok de raporek liser PKK ê amade kir. Dîsa 26/7/2020 di rapora Amerîka ya ser qaçaxcîtîya zarokan de şervanên PKK ê yên zarok bû mijareke sereke. Ango PKK şolê tiryakê, qaçaxcîtîya mirovan û hwd. Li gelek pîvanên hiqûqa navdewletî de PKK xwedî sicilekî reşe. Vê mijara şervanên zarokde jî dixweze rojevê berevajî bike û biqolbîne. Di gelek başkan de dixwaze vê rastîya xwe biveşêre.
Bangawazîya Cinewre çima ew peymana ligel HPG ê îmze kirî rakir
Tektîka PKK ê ya liser vê mijarê: ji bo bide nîşandan ku hemû tişt ligorî pîvanên navdewletî ne dest pêngav avêtinê kir. 2004 ê di peymana KCK ê de temenê şervan helgirtinê weke 18 salî hatbû dîyar kirin. Piştî 2013 dema ku di navbera PKK û AKP ê de pêvajoya çareserî dimeşî ligel wê rêxistina “bangawazîya Cenewre ”(Geneve Call) 5/10/2013an “teahûdname ya zarok ji pevçûnên çekdarî dûrxistin” hate îmze kirin. ev teahûdname ji alîyê HPG ve Delal Amed îmze kir. Her jiber çi be em nizanîn lê Genev Call sala 2017 de ev peymane ji malperê xwe rakir. Em nizanîn ka jiber bawerî bi PKK ê ne anî anjî sedemên din hene…
Rêveberên PKK tu carî di nava fermîyetê de helgirtina şervanên zarok meşrû nekir û hey adî gotin em vê mijarê de pir hişyarîn. Dema berê ji nava me de hindeka kêmasî kirine lê belê em dê ser wan jî bisekinîn. Dî van mijarên girîng de PKK weke mela ye. Mela dibêje “ tiştê ez bêjim bikin lê tiştê ez bikim hûn nekin” PKK jî tu carî tiştên dibêje, nake. Rêxistina PKK ê hertim derveyî nêrîna xwe ya fermî xwedî ajandekî cûda ye. Lewma jî derveyî peymanên navdewletî xwedî hinek rêk a ye.
Tektîka PKK ê ya dûyem: di rastî de ev tektîka dûyem sitratejîya PKK ê bixwe ye. Ew jî weke hercar, destpêkê di nava civakê de rêkên meşrû kirinê peyda dike. Regeza herî giring dibêje “ dijmin êrîşî van ciwanan dike û dikuje. Em vane rizgar dikîn.” Di pay re jî dibêje “ev ciwane di pergala kapîtalîzm ê de di helin, tên tecawiz kirin û temen biçûk têne zewicandin ”em wan ji kapîtalîzmê diparêzîn. Bi vî şêwazî PKK helgirtina şervanên zarok meşrû dike. Ew kesên dewrûberê PKK ê yên ji hiqûqa navdewletî fêm dikin bêdeng dimînin. Lê hindek kes jî hene ji bo van kiryarên PKK ê harîkar dibin. Dewrûberên rêveberî ya PKK ê dema ku zarokekî van çek digire qîyametê radikin lê dibejin “ ji bo rizgariya Kurda pêwîste zarok şer bikin.” Zarokên van kesan dibistanên herî baş de perwerde dibin, li avropa dijîn û perwerda bale û mûzîkjenî dibînin. lê belê jîyan kirina zarokên hinekên din, di bin sîya mirinê de normal dibînin heya hemaseta pîrozî yê lê dikin. Ji bo civakê baskê herî Metirsîdar ewin yên ku têgaha şervanê zarok dipîrozin. Ji ber vê helwesta dû rû hember PKK ê bê helwest dimînin. Dibin şirîkên van kiryarên qirêj.
Çima di sicila gerîlayên jîyana xwe ji dest didin de, dîroka ji dayik bûnê, nîne
Bi taybetî van salên dawî de çekdarên PKK ê yên jîyana xwe ji dest didin temenê wan pir biçûke. Û roj bi roj temenê wan ber bi jêrve diçe. PKK jî dixwaze liser vê bigire. Dema kevin de sicilên gerîla de dîroka ji dayik bûnê, hebû. Lê niha hemû sicilan de navê day û bav, dîroka tevlî bûnê û bajarê wî heye lê beşê ji dayik bûnê nîne. Ji 2010 û vir de ev xana ji dayik bûnê nahêt nivîsandin. Yên jîyana xwe ji dest didin 90 % temenê wan 13-17 sale. Gelo ma ev zarokene ji dayik ne bûne? hûn vê rastîyê ji kê vedişêrin. Li gel dewletê hemû nifûs hene. Lê mebesta PKK ê ne ji dewletê veşartine, dixwazin ji gelê Kurd vê rastîyê veşêrin.
Şiklekî pir zelalî zarokên şervan dinava şer de sengerên herî pêş de cîh digirin. Jiberku PKK ê de yên kevin pir kêm bûne. 80% zarokin. Peyva zarok ne liser bejin û bala ye ku tu bibêjî eve ne zaroke. Peyva zarok weke beşekî civakî dihête naskirin û asta navdewletî de maf û stato jêre hatîye dayîn. Bi peymanên navdewletî jî têne parastin. Sala 1924 cemîyeta milletan zarok weke kategorî yek pejirandî ye. Di sala 1989 de jî kesên di bin 18 salî yê de weke zarok têne qebûl kirin. di bin 18 salî de nikarin bibin leşker, nikarin malûmilkî li ser navê xwe tapo bikin. Nikarin îcaza erebê (seyare) werbigrin. Nikarin tevlî siyaset û terîqatan bibin. Pêwîste rastî ev be. Lê şûna ku bixwînin û bileyîzin têne çekdar kirin. PKK behsa azadiya hemû cîhanê dike lê ew jî weke rexistina herêmên Somalî El Şaab, Nîjerya, komara Kongo û Sûrî çekdarên zarok bikar tîne. Vê yekê pêwîste gelê Kurd ji PKK ê qebûl neke.
Hêza esas ya PKK ê Zarokin
Çi bizavên rizgarîyên neteweyî bi zaroka dest pê nakin û bi zarokan jî ser nakevin. Di sed sala 20an de şerên rizgarîyên neteweyî yên giştî de zarokan jî cîh girtîye. Jiberku herder qada şer bû. Cîhê bê şer ne dima. Lê niha rewşa Kurdistanê ne welê ye. Her çar parçên Kurdistanê jî em xwedî dujminên pir hovin. Lê şerekî gelemperî li Kurdistanê nîne. Dîsa çima PKK bi îsrar zaroka tevlî şer dike. Jiberku dar hêjan ter diçeme. PKK weke hemû terîqat, mezheb û cemaetên bawermedîyan di xwaze kesên tawafkar bixulqîne. Kesên tevlî PKK ê dibin pêwîste dest ji kesayetiya xwe berdin û teslîmî rêxistinê bibin. Û bibin mirîdên Partîyê. PKK ê kevin da digot “întîhara şexsîyetê û xwe teslîmî rêxistinê kirin” herkes pêwîste dev şexsîyeta xwe berbide. Lê kesên pîçek jîyan fehm kirî, dîtî û tahma wê kirî nikarin van pîvanên PKK ê cîbecîh bikin. PKK dixwaze artêşa xwe li ser zaroka ava bike. Di nava PKK ê de ew kesên çalakiyên întîharî kirîn 70% dibin 18 salî da ne.
Em dikarîn bibêjîn hêza PKK ê ya şer liser milên zaroka ye. Ango zarok esasê PKK ê teşkîl dikin. Li ser dagîrkirina jîyana zarokan dixwaze hêza rêxistinî çeke. Yên van kiryarên PKK ê bide sekinandin jî her helwesta kurdan bixwe ye. Kurd pêwîste hember van hewildanên PKK ê yên desthilata xwe liser xwîna zarokan avadike, qebûl neke. Heya bikaribe hêzên navdewletî jî bigire gel xwe û mecalî nede PKK zarokan bike çekdar. Hemû malbatên Kurd li zarokên xwe şîyar bin. Welat bi zarokan azad nabe.