Êrîşên Tirkiyê ên li dijî PKK ê dewam dikin, îro li Dêrika navçeya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê şer qewmî û 2 Gerîla canê xwe ji dest da.
Li gor agahiyên destê me, îro roja yekşemî 9/8/2020an, tîmên mdûrîya ewlehiyê a Mêrdînê û fermandarîya cendirmeyan a bajêr li navçeya Dêrikê operasyoneke hevpar kirin, di pevçûnan de, dû Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest da.
Girêday êrîşên Tirkiyê ên li Bakurê Kurdistanê, her îro li sînorê parêzgeha Wanê, êrîş hatine kirin, çek û muhîmatên PKK ê hatin girtin.
Çalakiyên Partîya Karkerên Kurdistanê, di 7 mehên rabûrî de, piranî jê li Başûrê Kurdistanê hatine encam dayîn, anku ji sedê 77 a çalakîyan li Başûr û ji sedê 23 li Bakur, ev jî bûye sedema zirarên pir mezin ji bo şêniyên Başûr.