Rêveberiya Xweser roja destpêkirina sala xwendinê ya 2020 – 2021an li rojavayê Kurdistanê diyar dike.
Hevseroktiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser îro di daxuyaniyekê de ragihand, sala xwendinê ya 2020 – 2021an ji roja 1. 9. 2020an ve destpê dike. Herwiha Hevseroka Desteya Perwerdê û Ferkirinê diyar kir jî, karên îdarî li dibistanan ji roja 23ê Tebaxê ve destpê dike.
Di çarçoveya rêgirtina li belavbûna vîrûsa Koronayê de, Hevseroktiya Desteya Perwerdê û Fêrkirinê, sala xwendinê ya 2019 – 2020an di roja 27ê Gulana bûrî bidawî kiribû û hemû xwendekar jî bê kirina ezmûnan derbasî polên bilindtir kiribûn û dest bi xwendina “online” kiribû. Tenê li Efrîn û Kobaniyê ezmûn ji xwendekarên amadehiyê hatin kirin.
Rêveberiya Xweser di çarçoveya rûbirûbûna vîrûsa Koronayê de, dibistan, peymangeh û zanîngeh ji roja 14ê Adara bûrî ve girtibûn.