Bi vîdyo.. Êrîşeke hov li Avaşînê tê kirin

Balefirên dewleta Tirkiyê di te’qîba hereketên PKK ê de, careke din êrîşê Başûrê Kurdistanê kir û hejmareka moşekan li Avaşînê dane.

Li gor agahiyên destê me, ji duh roja yekşemî 9/8/2020an û heya serê sibê ya îro, Balefirên dewleta Tirkiyê hejmareke êrîşan li herêmên Zapê û Avaşînê ên Başûrê Kurdistanê pêkanîne, zirarên canî bi Gerîlayên PKK ê ketine.

Di êrîşên 24 sa’etên rabûrî de, 2 Gerîlayan canê xwe ji dest da, piştre balefiran li Avaşînê xist û 3 Gerîla ketin ber êrîşan.

Arteşa Tirkiyê dîmenên êrîşên Avaşînê belav kirine û li gor dîmenan balefirên ceng xweya dikin wexta ku êrîşî nuqteyên PKK ê dikin.

Di 3 rojên rabûrî de, li gor agahiyên ku Tirkiyê di medyaya xwe de parve kirine, herî kêm 10 Gerîla li Bakur û Başûrê wilat ketine ber êrîşan, lê belê HPG ê tu agahî li derbara zirarên arteşa Tirkiyê nedane.

Pustên heman beş