Cemîl Bayik bi awayek fermî û bê perde şer li dijî Mezlûm Kobanî ragihand

Cemîl Bayik bi awayek fermî û bê perde şer li dijî Mezlûm Kobanî ragihand

Cemîl Bayik Hevserokê Koma Civakên Kurdistanê – KCK ê di daxuyaniyekê de ji bo Kanalê “Stêrk” ê Partîya Karkerên Kurdistanê ragihand ku haya wan ji lihevhatina dinavbera desthilatdariya xweser a Rojava Kurdistanê û şirketa petrola Amerîkî nîne û ev yek weke her kesî di ragihandinê de bihîstiye.

Bayik di daxuyaniya xwe de ji bo kanalê telefizyonî yê PKK ê yê bi navê Stêrk, ragihand “hemû çavkaniyên xwezayî yên ser erd û jêr erd yên Sûriyê mulkê dewlet û xelkê Sûriyê bi giştî ne, kesê ev maf nîne wan çavkaniyan bike yên xwe û mamelê pê bike.”

Ev daxuyaniya Cemîl Bayik baştirîn belge ye li ser vê yekê ku pêwendiyên dinavbera rêveberiya xweser li Rojava Kurdistanê û rêveberiya Qendîlê de bi awayek ne çaverê kirî lawaz û qut bûne, bi rengekî ku haya rêveberiya PKK ê li Qendîlê ji rêkeftinek girîng a bi vî rengî nîne.

Cemîl Bayik li ser lihevhatina dinavbera rêveberiya xweser û şirketa “Delta Kirêsînt Enercî” a Amerîkî ragihand ew haydarî vê rêkeftinê nebûn û dibêje: “em bi xwe jî bi rêya medyayê te’qîba hinek mijaran dikîn, ji ber vê yekê em bi temamî nizanîn ku rastiya vê rêkeftinê çî ye. Bas li vê yekê tê kirin ku bi rêya şîrketek petrolê rêkeftinek hatiye îmze kirin, xwe amaje bi vê yekê jî tê kirin ku hikûmeta Sûriyê jî vê rêkeftinê qebûl nake û bi karekî ne qanûnî bi nav dike û dibêje petrola me di dizin.”

Bayik di daxuyaniya xwe de dibêje pêwîste her tişt bi vegeriyan bo rêber Apo were encamdan jiberku yaku li Bakurê Sûriyê ji bo kurdan bi dest hatî ji encamê wê ked û xebatê ye yaku apo li bakûrê sûryê ji bo wan encamday.

Ev axaftina Cemîl Bayik di demekîdaye heyaku Ocelan li Sûriyê bû bi tu awa rojava kurdistanê weke beşekî Kurdistanê hesab nedikir, belku hertim digo Kurdên Rojava li Sûriyê penaberin û ji Bakurê Kurdistanê hatîne û axa Rojava Kurdistanê jî bi axa Sûryaya ‘Erebî pênase dikir, ev siyaset û axaftina niha ya Bayik verêja axaftin û siyaseta wê demê ya Ocelan e.

Bi salaye di nava Rêveberiya Rojava de, ev yek xweya bûye ku siyaset û rêvebirin li ser terzê qadroyên PKK ê, bi taybetî qadroyên grûpa damezrîner a PKK ê “grûpa Enqerê” serketinê naîne, diyar bûye ne bi şîrovekirina wan ya siyasî û rêvebirina wan ya piraktîkî Rojava nayê birêvebirin û wan baş fêm kirîye bi edebiyata kelecanî wilat nayê birêvebirin, dixwazin politîkayek bingehîn û rast û dirust were bikar anîn, grûpek wiha heye ku bi tenê bi siloganan û kelecan û berxwedana şiklî razî nabe, belku dixwazin serketinek misoger bi dest bînin, li ser vê yekê şexsiyeta ku pêtir ji her kesî derdikeve pêş medyayê kesekî weke general Mezlûm Kobanî “Mezlûm ‘Ebdî” ye, ya rast nakokîyên dinavbera Rêveberiya PKK ê a li Qendîlê û Rêveberiya xweser a Rojava Kurdistanê li ser vê terzê fikarê destpêkirin.

Beşekî din ji nakokîyên dinavbera Mezlûm Kobanî û rêveberiya xweser digel Cemîl Bayik û Rêveberiya Qendîlê ji bo nêzîkbûna dinavbera Rojava û Başûrê Kurdistanê vedgere, ev jî ji ber du sedeman, ya yekê dema ku Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Başûrê Kurdistanê hinek amûr û keresteyên pizîşkî ji Rojava re şandî û paşan mezlûm kobanî ji bûy vê yekê spasya nêçîrvan barzanî krî, her weha xala dduyan û xala sereke rola Başûrê Kurdistanê di lihevhatina dinavbera aliyên siyasî yên rojava kurdistanê de, ew lihevhatina bingeha xwe ji lihevhatina Duhokê ya bin serperiştiya Serok Mes’ûd Barzanî wergirtî, dizivire, ji ber van egeran mezlûm kobanî çendîn caran daxweyanî dan medyayê û têde spasyên xwe arastey Mes’ûd Barzanî û Nêçîrvan Barzanî kirin, bê ku bas li PKK ê û rêberê wan yê zîndan kirî bike, ev yek ji bo PKK ê pirr nexweş bû.

Pustên heman beş