Amarên Tirkiyê û PKK ê kîjan rastin

Amarên Tirkiyê û PKK ê kîjan rastin

Dewleta Tirkiyê û Partîya Karkerên Kurdistanê amarên zirarên canî ên esker û Gerîlayan parve kirine, lê belê nezlale kîjan amar rastin, li gor amarên Tirkiyê, ji destipêka êrîşa ser Başûr 83 Gerîla hatine hedef kirin, lê belê HPG e dibêje me pêtirî 500 eskeran kuştine û ceza kirine.

Wezareta parastina neteweyî a Tirkiyê îro amareke zirarên canî ên PKK ê li Başûrê Kurdistanê parvekirîye û têde dibêje: ji roja 16/6/2020an heya duh roja yekşemî 9/8/2020an, 83 Gerîla li navçeyên herêma Başûr hatine hedef kirin.

Her wiha dest nîşan kir, 267 nuqteyên PKK ê hatine îmha kirin, 359 bomb û mîn dest bi serde hatine girtin.

Li himber vê her çend ku HPG ê tu daxuyanî nedane, lê ji roja destpêka êrîşa ser Başûr, ajansa Firat a PKKê rojane nûçeyên kuştina eskerên Tirkan li herêma Başûr parve dike.

Li gor ajansa Firat ê ji roja 16 meha xizîrana Îsalê, Gerîlayan pêtirî 500 eskerên Tirkan kuştine û ceza kirine, lê belê tu alîyekê din ev amar û nûçeyên PKK ê ser rast nekirine, lê belê heger ev amar rast bin, pêwîste kêfa her Kurdekî bi êrîşa ser Başûr were, ji ber ku Tirk bi pêyên xwe tên û xwe têxin helaketê.

Pustên heman beş