Mîtê 3 kalemêrên Cindirêsê desteser kirin

Mîtê 3 kalemêrên Cindirêsê desteser kirin

Dezgeha îsixbarata Tirkiyê 3 kalemêrên Cindirêsa navçeya Efrînê desteser kirin û ji bo cîyekê nediyar veguhastine.

Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, îro roja duşemî 10/8/2020an, bi fermana dezgeha îsixbarata Tirkiyê Mîtê, 3 kalemêrên gundê Şodêrê ê navçeya Cindirêsê li herêma Efrînê desteser kirine û ji bo cîyekê nediyar veguhastine.

Nerîngeha Sûrî dest nîşa kiri, li destpêka vê mehê jî, çekdarên giropa Bereya Şamê a girêday arteşa Tirkiyê, xortekê Efrînê revandibû û paş ku 6 hezar dolarên Amerîkî ji malbata wî wergirtîn, serbest berda.

Tê zanîn ji 24 meha rabûrî, çekdarên giropa Hemzat a girêday Tirkiyê, bi ser hejmareke malên navçeya Raco a herêma Efrînê de girtbû û malên wan talan kirbûn, ev jî weke siyaseteke wan giropan tê ji boy mecbûr kirina şêniyên wê navçeyê ji bo ku ciyên xwe vala bikin û koç bikin.

Pustên heman beş