Gel li Bakurê Kurdistanê nikarin pereyê ceyranê bidin

Gel li Bakurê Kurdistanê nikarin pereyê elektirîkê bidin!

Her ku diçe rewşa kurdan li Bakurê Kurdistanê bi taybetî şêniyên gundan dijwartir dibe, ev rewş bi awayekî xeter bûye ku şêniyên gundan ji ber rewşa xwe ya abûrî ya xerab nikarin pereyê ceyranê jî biden, her ji ber vê yekê ev ji meha Golanê vir de ceyran li 100 gundan hatiye birîn.

Piştî ku hejmarek ji şêniyên gundên Bakurê Kurdistanê bi taybetî gundiyên  navçeya Mêrdînê nekarîn ji ber hejariyê û rewşa abûrî ya xerab pereyê ceyranê bidin, şîrketa belavkirina ceyranê jî ceyran li ser van gundan qut kiriye û ew bê ceyran hiştîne.

Şîrketa belavkirina ceyranê ya Dîcleyê (DEDAŞ), ji meha Golanê ve ceyrana zêdetirî 100 gundên navçeyên Mêrdînê bi hinceta ku deynê wan heye birîye. Piştî ku hinek parlamenteran ev yek birîbû rojeva meclisê û sedema birînê ji wezareta çavkaniyên xwezayî û enerjîyê pirsî bû, wezaretê bersiv da û birîna ceyranê bi karekî guncav zanî û ragihand ku ceyrana kesên ku deynê wan hene bi tenê tê birîn.

Pustên heman beş