Tayma Kurd şervanên zarok yên PKK ê nîqaşkir

Tayma Kurd şervanên zarok yên PKK ê nîqaşkir

Nûçeya ku ji alîyê malpera bi ser PKK ê ve “Nûçe Ciwan” de hatî belavkirin dinava Tayma Kurd de bû egera nîqaşê. Jiber ku bi berdewamî PKK zarokan kaşî şer dike pir tê rexne kirin. Kî tevlî PKK ê dibin û çawa tevlî dibin.

Rêveberê PKK ê Murat Qereyilan 31î Tîrmehê bi video yekê bangawazî li ciwanên Kurd dikir ku beşdarî şer bibin. Pey re jî malpera Nûçe Ciwan her roj digot 2 kes 3 kes tevlî gerîla dibin. Berîya van nûçeyan bi dû roja dinava Kurdan de nîqaş gur bibû. Di vê nûçeya bî video hatî belavkirin de 17 keçên rojava yên temenê wan 14-17 salî dîyardikin ku tevlî PKK ê dibin.

Gelo Ji zarokan şervan derdikevin?

Tayma Kurd şervanên zarok yên PKK ê nîqaşkir

Piştî belavkirina vê video ê li ser helgirtina şervanên zarok rexne hatin pêşxistin. Ji sala 1986an heya niha PKK şervanên zarok  digire nava refên xwe û ev rastî baş tê zanîn. Rexmê rexneyên gelek sazîyên navdewletî lê dîsa jî PKK zarokan digire nava xwe û  % 80  şervanên PKK ê dibin 18 salîyê da ne. PKK dibêje ger ez van zarokan negirim nava gerîla wê hemû bikevin destê dujminî û dê nava pergala kapîtalîst de bi xelin; em mecburin vana qebûl bikim.

Dibe ku ev gotine dinava propagandekî giştîde ji bo mirov rast were. Lê ew zarok hêşta nekarîbin derbarê xwede biryaran bigirin û jîyana wan dibin berpirsîya day û bavan de sazdibe. Vêca çawa dibe ku ev zaroke bikaribin barê şer yê giran rabikin. Li gorî hiqûqa navdewletî ev kiryarên PKK ê sûç e. Ji bo zarok erzan dişuxilin ragihandina PKK ê manşeta tavêje. Lê birina van zaroka bo şer pir normal dibîne. PKK wê dide nîşandan ku derveyî şer çi jîyan jibo van zarokan nîne. Ev ne raste û dijî civaka Kurd jî sûç e.

Tayma Kurd şervanên zarok yên PKK ê nîqaşkir

Yên ku PKK ê liser tevlîkirina zarokan jibo şer rexne dikin nabêjin bila zarok ne welatparêz bin. Tenê dibêjin zarokên Kurd ne mehkûmî mirinê ne. PKK ji bo rizgar kirina zarokên dibin şolên giranda kardikin tiştekê na bêje. PKK tevlîbûna nava xwe weke rizgarkirina zarokan dîyar dike lê ev yek ne raste û PKK di nava çermê mihê de erka gûrgî dileyîze.

Polîtîka PKK ya şervan girtinê li ser vê tektîkê dimeşe em ji her aîlekê şervanekê bistînîn dê malbat bi me ve were girêdan. Ji kongre ya 3 (1986) bi biryara bi zorî şervan tevlîkirinê heya niha zaroka tevlî xwe dike. Cewherê tevlîbûnan ev rastîye ye. PKK ne tenê ji bo şer ji bo malbatê bi xwe ve girê bide jî vê stratejîyê dimeşîne.  Bi berdewamîya tevlîbûna rêxistina xwe liser linga digire.  Wergirtina şervana ne tenê leşkerîye heman dem xebatekî civakîye jî.

Çima Rojava hate armanckirin ?

Tayma Kurd şervanên zarok yên PKK ê nîqaşkir

Nûçe Ciwan manşeta nûçeya xwe de dibêje “jinên ciwan yên Rojava bi rûhê seferberî berê xwe da çiyayên Kurdistanê.  Van ciwanên jin bi silogana “serhildana jinên Ciwan tolhildane” tevlîbûna xwe dîyarkirin. Bi zanebûn peyva “jinên rojava berê xwe daye çiyayên kurdistanê” hate şoxilandin. PKK dixwaze bibêje “lê binêrin rojava hêza me heye” li Rojava ragihandin, xebatê ciwan û jinan di bin kontirola PKK ê daye. Pêşerojê de jî bi vî rengî hewildanên PKK ê wê çêbibin.

Ji hêla din de jî PKK van salên dawîyê nikare ciwanan tevlî xwe bike. Ango tevlîbûn zuha bûye. Piştî şerê xendeka gelê bakûr şikest. Jiber vê jî rêveberên PKK ê Mirad Qereyilan û Cemîl Bayik her firsetê de bangawazîya tevlîbûna diken.  Ragihandina PKK ê jî bi zanebûn hejmara tevlîbûnan zêde dide ku ciwanan bixapîne.

Bi taybetî PKK ew deverên milletî zor û zehmetî dîtî hestên wan îstîsmar dike û tevlîbûnan çêdike. Li Rojava kampên mûhacirên Kurd û Ereb de xebatê tevlîkirinan pir zêde kirîye. Ango nûke deriyê PKK ê yê şervan helgirtinê bû ne kampên penaberan.

Gelo Li Şengal Şervan tevlîdibin?

Tayma Kurd şervanên zarok yên PKK ê nîqaşkir

Vê dawîyê PKK ê jibo şervanan giraniya xwe daye ser Şengal û Rojava. Gorî çavkanîyên me li Şengal gel ji neçarî tevlî PKK ê dibin. Sala 2015 û virde PKK dixwaze Şengalê ji Herêma Kurdistana qut bike. Nahêle Hikûmeta Herêmê çi xebatên xizmetguzarî li devera Şengal ê bike. Mecalî nade saziyên harîkarî yên navdewletî werin belavkirin.  Hamû harîkarîyên weke derman, xwarin û Sitarê digehin deste PKK ê. PKK liser alozî û neçarî ya Şengal kirîye bingeheke Şervan helgirtinê.

Bi vî şawazî hemû malbat mecbûrî PKK ê dibin. PKK ê bi Hikûmeta Iraq ê da qebûlkirin ku YBŞ (yekîneyên parastina Şengal) bi Heşda Şebî ve were girêdan û meaşên xwe ji wan wergirin. Dewleta Iraq ê heyvane her şervanekê 470 dolara didetê. Jiber bê şolî yê piranî tevlîbûnên YBŞ ê ji bo wergirtina maaş a ye. Malbat jiber meaş û harîkarîya tevlî PKK ê dibin. Belav kirina hemû harîkarîyan dibin deste PKK ê re derbas dibin. Ew jî bahra pêtir didin malbatên tevlîbûn çêbûyî.

Çareseriya PKK li hember qut bûnan?

Tevlîbûnên PKK ê li her çar parçên Kurdistanê bi giranî sedama kêşeyên malbatî ne. Gelek şervanên tevlî dibin piştre poşman dibin, dixwazin vegerin lê belê vê carê jî PKK rê nade vegerin. Ev gence yan eşkere dibêjin ku emê vegerin an jî ev bû xwe dixwazin ku rê peyda bikin û herin. PKK ji ber ku rê li ber van gencan bigre dixwaze hinek tedbîran bigre. Yek ji van tedbîran jî eve ku wan ji cihê tevlî bûy dûr bixin. Mînak gencên ji başûr tevlî bûne rêdikin Rojava yên Rojava rêdikin Qendîl. Heman demê gencên ji Şengalê rêdikin Qendîl an jî Rojava. Bi vî awayî genc nikarin ji PKK qut bibin jiberku ne rê nasdikin ne jî tu kesekî. PKK jî rê nade ku kesek bi îradeya xwe qut bibe. Ji ber vê yekê ev şervanên zarok û jîyana wan têne desteserkirin.

Tayma Kurd şervanên zarok yên PKK ê nîqaşkir

Ev 14 zarokên keç ku nûçeya Ajansa “Nûçe Ciwan” da vîdeoya wan derket ji êş û tirajîdiya şervanên zarok de beşekî biçûkin. PKK jî ji tirajîdiya şervanên zarok bi îsrare û hin jî bê îsrare. Ji ber ku ev jî şervanên zarok re xwe xurt dike. Ne xwe em hemû dizanin ku keç û kurekî 14 salî hêşta zaroke û pêwîstî bi hembêza dayîka xwe û bave xwe heye. Lê belê hêdî hêdî li ser şervanên zorak nerazîbûn ji boy PKK têne nîşandan ev jî sedem eve ku gelê Kurd êdî hişyar dibin û vê yekê qebûl nakin.

Pustên heman beş