Êrîşên dewleta Tirkiyê ên li ser Başûrê wilat dewam dikin, balefirên ceng herêmên Heftenînê û avaşînê hedef kirin, li Bakurê Kurdistanê jî operasyon li Mêrdînê tê meşandin.
Wezareta bergiryê a Tirkiyê îro li hesaba xwe a twitter ê îlan kir ku balefirên ceng li nuqteyên PKK ê li herêmê Heftenînê û Avaşînê li Başûrê Kurdistanê xistine û zirarên canî bi Gerîlayan ketine.
Li gor daxuyanîya Tirkiyê, 3 Gerîla li heftenînê û 2 li avaşînê ketine ber êrîşan û çarenivîsa wan nediyare.
Li vê derbarê de, li Mêrdîna Bakurê Kurdistanê cendirmeyan operasyon pêkanîn, muhîmat û alavên jiyanê yên PKK ê hatin îmha kirin, hem wext bombeyên destan, melzemeyên di çêkirina teqemeniyan da tên bikaranîn, hin xwarin û xurek û alavên jiyanê dest bi serde hat girtin.
Li derbara êrîşên Heftenînê û Avaşînê navenda medyayî a HPG ê balê leşkirî ê PKK ê tu agahî nedane.