Cesedên jinekê û zaroyekê Efrînê tên dîtin

Cesedên jinekê û zaroyekê Efrînê tên dîtin

Cesedên jinekê û zaroyekê ji herêma Efrînê a Rojava Kurdistanê hatine dîtin ku bera dû rojan ji bal hinek kesê, nenas kirî ve hatibû revandin.

Nerîngeha Sûrî a mafên mirovan eşkere kir, îro roja sêşemî 11/8/2020an, cesedên jinekê û zaroyekê herêma Efrînê ku bera dû rojan ji bal hinek kesên nenas kirî ve hatibûn revandin, li sînorê Tirkiyê hatin dîtin.

Eşkere kir, ev jin û zaro ji şênyên gundê Dêr Sefwan ê girêday Efrînê ne.

Paş dagîrkirina Efrînê, rewşa ewlehîya wê ketîye destê çeteyên Tirkiyê û ji wê demê ve, bi sedan bûyerên revandin û kuştina şênîyan çêbûne, ji 21 meha rabûrî jî rewşa pir xerab bûye.

Li Gor nerîngeha Sûrî, her îro roja sêşemî, cesedê xortekê E’zazê jî hatîye dîtin, lê belê tu agahî li derbara wî nehatine bi dest xistin.

Pustên heman beş