Çiyayê Metînî tê hedef kirin

Çiyayê Metînî tê hedef kirin

Balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê îro di te’qîba hereketên PKK ê de, navçeyên çiyayî ên devera Berwarî Bala hedef kirin.

Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja sêşemî 11/8/2020an, balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê êrîşê devera Berawrî Bala kir û li nuqteyên PKK ê xistîye.

Hem wext her îro balefiran êrîşî çiyayê Metînî kir û hejmareke moşekan li nuqteyên PKK ê xistine, agahî wiha hatin îlan kirin ku dû Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dane.

Wezareta bergiryê a Tirkiyê li hesaba xwe a twitter ê ev êrîş behis kirine û gotîye ku êrîşa wan a li Metînî Gerîla hedef kirine.

Nêzî heftîyekê ye, dewleta Tirkiyê êrîşên dijî PKK ê li Başûrê wilat dijwar kirine, herî kêm 10 Gerîla canê xwe ji dest dane.

Pustên heman beş