Balefirên bê pîlot civîna PKK ê û hêzên pasewanên sînorî yên Îraqê bordoman kir

Dinavbera PKK ê û hêzên pasewanên sînorî yên Îraqê de şer qewimî

Îro pêş nîv rojê pevçûn dinavbera PKK ê û hêzên pasewanên sînorî yên ‘Îraqî dirust bûn, ji ber vê yekê hejmarek ji Fermandarên pasewanên sînorî yên ‘Îraqê li navçeya Biradost Ji bo huşdarî dan bi PKK ê çûne cem PKK ê û civînek lidarxistiye.

Hat hîn bûn di dema civîna PKK ê digel Fermandarên pasewanên sînorî yên ‘Îraqê de, balefirek bê pîlot ew bordoman kirîne, lê heya niha nayê zanîn hejmara qurbaniyan çendin.

Ev civîn li kîstanên Bêrmê Dîndaran li sînorê bajarokê Sîdekan li qeza Soran hatbû lidarxistin, piştî ku pevçûn dinavbera her du aliyan de rûday.

Hat hînbûn piştî ku pevçûnên dinavbera PKK ê û hêzên pasewanên sînorî yên Îraqê li devera Sîdekan ya bajarê Soran dirust bûy, şivanekî kurd ji aliyê çekarên PKK ê ve hat birîndarkirin.

Di vê derbarê de Berpirsê nexweşxaneya nahiya Sîdekan ya bajarê Soran, dir. Karwan Feysel ragihand, îro danê sibê welatîyek bi navê Menaf Ebdullah Xdir (51 salî), ku şivantiyê dike û xelkê gundekî nahiya Herîre, anîn nexweşxanê ku gulle li piyê wî ketbû gran brîndar bibû.

Dir. Karwan Feysel her wiha got, ew welatiyê kurd li zozanên sîdekan û li ber pez hatbû birîndarkirin. Birîna wî gran bû ji ber wê jî me ew şand bajarê Soran.

Qaymeqamê Soran, Kirmanc îzet jî li ser vê mijarê daxweyanî da ragihandinê û got, ew şivan li zozana Berbiznê û ji aliyê çekdarên PKK ê ve hatiye birîndarkirin. Niha li nexweşxanê hatiye razandin.

Pustên heman beş