Di berdewamiya êrîşên asîmanî yên dewleta Tirkiyê bo ser pêgeh û stargehên Partîya Karkerên Kurdistanê li nava axa Başûrê Kurdistanê de îro balefirên Tirkiyê navçeyên çiyayî ên devera Berwarî Bala hedef kirin.
Çavkaniyên pêgeha Darka Mazî li Başûrê Kurdistanê eşkere kirin, îro roja sêşemî 11/8/2020an, li saet 12:45 balefirên ceng ên dewleta Tirkiyê bilindahiyên Zivingê li çiyayê “Gabnîrkê” ku dikeve dinavbera aqarê gundê “Asihê û Mîrgaciya” li nahîya Kanî Masê, devera Berwariya hedef kir.
Ev yek di demekî daye ku îro balefiran êrîşî çiyayê Metînî û navçeya Biradost kir û hejmareke moşekan li nuqteyên PKK ê xistin, agahî wiha hatin îlan kirin ku dû gerîlayên PKK ê li çiyayê Metîn canê xwe ji dest dan, herweha hejmarek ji Fermandarên leşkirî yên pasewanên sînorî yên ‘Îraqê jî ku ji bo hişdarî dan bi PKK ê çûbûn cem PKK ê ji bal balefireke bê pîlot a Tirkiyê ve hatin hedefkirin û canê xwe ji dest dan.