Îraqê li ser bombebarana civîna PKK ê û zêrevanên sînorî daxuyanî da

Îraqê li ser bombebarana civîna PKK ê û zêrevanên sînorî daxuyanî da

Şaneya ragihandina emnî ya Îraqê derbarê bombebarana civîna fermandarên hêzên zêrevanên sînorîyên wî welatî û PKK ê de daxuyanyek belav kir û ragihand, bombebaran ji aliyê balafira Tirkiyê ve hatiye kirin û du efserên Îraqî û şofêrê otomobîla wan hatine kuştin.

Di daxuyaniya şaneya ragihandinê ya emnî hatiye gotin, li navçeya Sîdekanê balafira bê pîlota Tirkiyê êrîşî hêzeka me kiriye û di encamê de du efseran jiyana xwe ji dest dane.

Şaneya ragihandinê ya emnî ya Îraqê dibêje: “Tirkiyê bi rêya balefireke bê pîlot êrîşî wesayîteke leşkerî ya zêrevanên sînor li navçeya Sîdekanê kiriye, ku bûye sedema şehîdbûna fermandarê lîwaya duyema zêrevanên sînorên navçeya yekem û fermandarê fewca sêyem ya ser bi lîwaya duyem û şofêrê wesayîtê.”

Di daxuyaniyê de hatiye gotin, ku di demên pêş de dê hûrgilyên zêdetir li ser êrîşê bêne ragihandin.

Piştî ku şeva derbasbûîy alozî û pevçûn dinavbera hêzên sînorî yên Îraqê û çekdarên PKK ê ve li sînorê Sîdekan çêbûn, îro paş nîvrojê hinek ji fermandarên serbazî yên zêrevanên sînorî yên ‘îraqê ji bo huşdarî dan bi gerîlayên PKK ê çûbûn cem PKK ê, lê belê piştî vegerînê wesayîta wan ya serbazî ji bal balefirek bê pîlot a Tirkiyê ve hat armanckirin û têde du fermandarên leşkirî û şofêrê wesayîta wan şehîd ketin.

Pustên heman beş