Serokê Partiya Bizava Neteweyî (MHP) Devlet Bahçeli bang kir ku divê Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan di hilbijartinên paşerojê de careke din bibe berbijêr. Bahçeli tekez kir ku ji bo vekirina rêya berbijêrbûna Erdogan, divê Parlamena Tirkiyeyê biryara nûkirina hilbijartinan bide û prose di sala 2028an de pêk bê.
Devlet Bahçeli di civîna heftane ya fraksiyona partiya xwe de li Parlamena Tirkiyeyê axivî û behsa rojeva siyasî ya welêt kir. Wî diyar kir ku di vê qonaxa krîtîk de tecrûbe û îradeya Erdogan ji bo paşeroja Tirkiyeyê gelekî girîng e û got: “Di rêya avakirina ‘Tirkiyeyeke bê teror û herêmeke bê teror’ de, pêdiviya me bi guherîna arasteyê nîne; belkî divê ev rewşa heyî bi heman awayî bête birêvebirin.”
Lîderê MHPê destnîşan kir ku berdewamiya Erdogan di posta serokkomariyê de dê di berjewendiya Tirkiyeyê û hemû herêmê de be. Wî diyar kir ku berbijêrbûn û serkeftina Erdogan daxwaza wan a sereke ye da ku seqamgiriya siyasî ya welêt biparêze.
Di dawiya daxuyaniya xwe de, Bahçeli careke din bal kişand ser rola parlamentoyê û got ku ji bo ji holê rakirina nediyariyên siyasî û misogerkirina berdewamiya geşepêdana welêt, biryara herî rast ew e ku parlamento biryara nûkirina hilbijartinan bide û welat di sala 2028an de ber bi sindoqan ve biçe.