Dîmenên dawî êrîşa ser Zapê

Êrîşên dewleta Tirkiyê ên li dijî PKK ê li Başûrê Kurdistanê dewam dikin, balefiran îro li herêma Zapê xist û zirarên canî bi PKK ê ketine.

Li gor agahiyên destê me, îro roja çarşemî 12/8/2020an, balefirên ceng ên Tirkiyê, di te’qîba hereketên PKK ê de, hinek navçeyên herêma Zapê a li Başûrê wilat bordoman kirine û zirar bi Gerîlayan xistine.

Wezareta bergiriyê a Tirkiyê li hesaba xwe a twitter ê, dîmenên vê êrîşê parve kirine û li gor dîmenan balefirên ceng xweya dikin wexta ku moşekan li bilindahyên herêma Zapê dixin û agir û domaneke pir mezin li wir bilind dibe.

Di daxuyanîya Tirkiyê de behsa zirarên canî ên eskeran jî heye, lê belê tu hejmarên dest nîşan kirî ên kuştiyên xwe bi destê PKKê eşkere nekirine.

Tirkiyê ji roja 15 meha xizîrana îsalê, êrîşa mezin a li ser PKK ê li Başûrê Kurdistanê daye meşandin, ji wê rojê ve, PKK e ji ciyên xwe ên li Heftenînê û Zapê şûnde vekişyaye û pêtir nêzî gundan bûye, şêniyên gundan ji vê hengava PKK ê dilgiran bûne ji ber ku navçeyên wan bûne meydana şer.

Pustên heman beş