Dewleta Tirkiyê îro êrîşeke mezin li Bakurê Kurdistanê li dijî PKK ê li herêma çiyayî a Amansosê a navçeya Hatayê destpêkir û pêtir ji hezar eskeran têde beşdarin.
Li gor agahiyên destê me, îro roja çarşemî 12/8/2020an, 1448 cendirme, leşker, polîs û cerdevanên Tirk operasyoneke nû li sînorê parêzgehiya Hatayê li dijî Partîya Karkerên Kurdistanê destpêkir, ev operasyon li herêma çiyayî a Amansosê tê meşandin.
Arteşa Tirkiyê di mehekê de li her yêk ji parêzgehiyên Şirnexê, Colemêrgê, Agirî û Dêrsimê jî 4 operasyonên weke a Hatayê dane destpêkirin.
Li gor agahiyên wezareta karên navxwe a Tirkiyê, di wan 4 operasyonan de, 15 Gerîlayên PKK ê canê xwe ji dest dane, 30 şikeft, sitargeh û depo hatine wêran kirin û dest bi ser gelek çek, cebilxane û xwarin û alavên jiyanê de hatine girtin.
Ev heyameke arteşa Tirkiyê operasyon, liv û tevgerên xwe netenê li Bakurê Kurdistanê li hemberî PKK ê zêde kirine, di heman demê de li Başûrê Kurdistanê de jî operasyonê xwe zêde kirine û rojane êrîşên hewayî pêktîne.
Ji 15 meha xizîrana îsalê, arteşa Tirkiyê 50 kîlometir dirêjahî û 30 kîlometir kûrahî derbasî hinek ji navçeyên parêzgehîya Dihokê a Başûrê wilat bûye.