Çete sivîlên Efrînê ji bo pereyan direvînin

Çete sivîlên Efrînê ji bo pereyan direvînin

Pênc şêniyên din ên herêma Efrînê a Rojava Kurdistanê ji bal komên çeteyên girêday Tirkiyê hatin revandin, ev jî dibe roja 3yan di vê hefteyên de ku bûyerên revandinê li wir çêdibin.

Li gorî agahiyên destê me, komên çeteyên girêday Tirkiyê bi teybet yên giropa Hemzat û Bereya Şamî ye, li gundê Birîmce ê navçeya Mabatayê, 5 sivîlên bi navê Ehmed Bekir, Necmeddîn Betal, Mihemed Nûr Seydo, Îsam Mihemed Mûsa û Mistefa Seydo revandine.

Cînayeta sivîlên ku hatine revandin nayê zanîn, lê belê ev dibe nêzî mehekê, komên çeteyan şêniyên wê herêma Rojava wilat di revînin û ji bo serbest berdana wan,  daxwaza pereyan bi qasî  200 hezar lîreyên Sûrî dikin.

Di 24 sa’etên rabûrî de, kalemêrekê din ê Bilbla navçeya Efrînê hatibû revandin, her wiha cesedên jinekê û zaroyekê paş 2 roja ji revandina wan hatibûn dîtin.

Pustên heman beş